Qefleya ewil a ku ji 185 kesan pêk tê, gihîşt Antalyayê

Zarokên sêwî yên Ukraynayî piştî ku ji herêma şer hatin texliyekirin, hatin Antalyayê

Qefleya ewil a ku ji 185 kesan pêk tê, gihîşt Antalyayê

Li Ukraynayê ku şer lê berdewam e, ji bo texliyekirina zarokên ku di êtîmxaneyan da dimînin xebat dan destpêkirin û di çarçoveya xebatan da qefleya ewil a ku ji 185 kesan pêk tê, gihîşt Antalyayê.

Piştî ku şerê Rûsya û Ukraynayê derket, ji bo texliyekirina zarokên ku bi taybetî di êtîmxaneyan da dimînin Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, Wezareta Karên Derva, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Îdareya Koçê xebat kirin.

Di vê çarçoveyê da 159 jê zarok û 26 jê personel bi tevahî 185 kes wekî qefleya ewil ji Polonyayê bi balafirê hatin Antalyayê.

Balyozê Enqereyê yê Ukraynayê Vasyl Bodnar bi Kateryna Bodnara jina xwe û Konsolosê Antalyayê yê Ukraynayê Emir Rustamov va zarok li balafirgehê pêşwazî kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE