"Qelem ji destê qîza min hildan û çek dan destê wê"

Dayik Nazli Sancar: "Qelem ji destê qîza min hildan û çek dan destê wê. Xeyala qîza min xwendin bû."

"Qelem ji destê qîza min hildan û çek dan destê wê"

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 458emîn da dewam dike.

- "Xeyala qîza min xwendin bû"

Şeyma Sancara ji bo qîza xwe ya 9 sal berê di 15 saliya wê da ew revandine çiyê beşdarî çalakiyê bûye daxuyand heta ew bigihêjin zarokên xwe ewê çalakiyê bidomînin.

Sancar anî ziman ew 9 sal e hesreta qîza xwe dikşîne û wiha axivî: "Xeyalên qîza min dizîn. Qelem ji destê qîza min hildan û çek dan destê wê. Xeyala qîza min xwendin bû. Qîza min were teslîmê hêzên dewletê be. Qelem ji destên te hildan, çek dane te. Were qîza min, ew xayîn in, di nav wan da nemîne. Were teslîmî dewleta me bibe."

- "HDPyê kurê min hilda û da PKKyê"

Cenet Kabakliya ji bo kurê xwe Adil Kabakli yê di 2015an da revandine çiyê ji Gazîentabê hatiye û beşdarî çalakiyê bûye jî got wê gelekî bîra kurê xwe kiriye.

Kabaklî wiha axivî: "HDPyê kurê min hilda û da PKKyê. Ez ewladê xwe dixwazim. Tiliya HDPyê di vî karî da heye. Çi ji ewladê min xwestin. Ez ji vir bangî bajarên din jî dikim. Ez bangî bav û dêyên ku zarokên wan hatine revandin dikim, bila werin. Em bibin yek û em ewladên xwe bixwazin. Bila ewladên xwe yên li serê çiyê daxin. Bila werin, bila netirsin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE