''Qelem ji we sitendin û çekan dan destê we''

Dayik Fatma Akkuş: Qelem ji we sitendin û çekan dan destê we

''Qelem ji we sitendin û çekan dan destê we''

Nobeta dayikên Diyarbekirê ku ji bona zarokên xwe yên revandine çiyê li ber Avahiya HDPyê ya Diyarbekirê dane destpêkirin didome.

Dayikên ku di revandina zarokên xwe da HDPyê sûcdar dikin 3yê Îlona 2019an li Diyarbekirê çalakiyê rûştinê dabûn destpêkirin û di roja 578emîn da çalakiya xwe domandin.

Fatma Akkuşa ji bona Songula keça xwe beşdarî çalakiyê bûye diyar kir ku HDPyê 6 sal berê keça wê revandiye.

Akkuşa destnîşan kir li benda keça xwe ye û heta keça xwe hilnede ji ber derê HDPyê naçe û wiha axivî, "Înşellah di vê eydê da wê keça min vegere malê. Ez keça xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. HDPyê keça min teslimî PKKyê kir. Ez dizanim keça min li Sûriyeyê ye û sax e. Lê heta niha min agahî jê hilnedaye. Min li ser înternetê di vîdeoyê da dît. Birevin û werin. Vegerên welatê xwe û bin alaya xwe. Qelem ji we sitendin û çekan dan destê we. Wê çekê li dijî kesî neemilîne û bireve were keça min, teslim bibe."

Yusuf Erdinçê ji Wanê ji bona Mikaîlê kurê xwe hatiye destnîşan kir 6 sal e ji kurê xwe xeberê hilnade û wiha peyivî, "HDPyê kurê min revandiye. Kezeba dayikan şewitandin û bila kezeba dayikên din neperitînin. Heger însafa wan heye bira zarokên me berdin. Heta kurê xwe hilnedim ji ber derî naçim. Zarokên wan li Ewropayê ne û tu jî birin çiyê. Kurê min ew der ciyê te nîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE