Qelema di destê qîza wê da hildan ew birin çiyê, lê ew di nobeda ewladan da hînî xwendin û nivîsandinê dibe

Esmer Koça ji Hekariyê beşdarî çalakiya dayikên Diyarbekirê bûye ku bigîhîje qîza xwe ji Aysun Adiyamanê xwendin û nivîsandinê hîn dibe

Qelema di destê qîza wê da hildan ew birin çiyê, lê ew di nobeda ewladan da hînî xwendin û nivîsandinê dibe

Esmer Koça 56 salî ya ji Hekariyê beşdarî çalakiya dayikên Diyarbekirê bûye ku bigîhîje qîza xwe di çalakiyê da ji Aysun Adiyamanê xwendin û nivîsandinê hîn dibe.

Çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê yên ku ji revandina zarokên xwe yên serê çiyê HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2019an da dan destpêkirin dewam dike.

Hewa sar e, lê dê û bav guh nadin sir û sermayê, şewba koronayê çalakiya xwe didomînin ku bigîhîjin zarokên xwe.

Malbat ji hevdu hêzê hildidin û li ber xwe didin.

Hin dayik Qur'anê dixwînin, hinek kar û barê destan dikin, hinek pirtûkan dixwînin, hinek jî sohbetê dikin.

Dayik Esmer Koça ji Hekariyê beşdarî çalakiya rûniştinê bûye ku bigîhîje qîza xwe Zubeyda Koça 7 sal berê di 15 saliya wê da revandine çiyê ji dayik Aysun Adiyamanê dersên xwendin û nivîsandinê hildide.

- "Fêrbûna xwendin û nivîsandinê xweş e"

Koçê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew salane qîza xwe digere û ji bo bigîhîje qîza xwe ew beşdarî çalakiya rûniştinê bûye.

Koçê got ew heta bigîhijin zarokên xwe ewê çalakiyê bidomînin .

Esmer Koçê anî ziman ew xwendin û nivîsandinê nizane Aysun Adiyaman hînî wê dike û wiha dewam kir: "Xwedê jê razî be qîzeke me hînî min dike. Înşallah qîza min jî wê bê û dest bi mektebê bike. Qelemê bide destê xwe, çeka qirêj ji destê xwe bavêje. Ewê bê teslîmî dewleta me û eskerên me be. Fêrbûna xwendin û nivîsandinê xweş e. Ez 56 salî me. Min hema zarokên xwe xwedî kir. Xwedê nesîbê yên nizanin bike. Ez pir dixwazim her tiştî hîn bibin.

- "Pir dixwaze û hewesa wê heye"

Aysun Adiyamana ji Hekariyê ji bo birayê xwe Hemzeyê 4 sal berê di 9 saliya wî da revandine çiyê beşdarî çalakiyê bûye û xwendin û nivîsandinê fêrî Esmer Koçê dike jî got dayik û bavên ditirsiyan, bêdeng diman êrî li hemberî HDP û alîgirên wê bêdeng namînin.

Adiyamanê got ew li vir piştgiriyê didin hevdu û wiha axivî: "Min dît ku xaltiya Esmer hewl dide hîn bibe. Min jî xwest ez alîkariya wê bikim. Pir dixwaze û hewesa wê heye. Înşallah wê xwendin û nivîsandinê hîn bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE