Berdevka Qesra Spî Jen Psakiyê daxuyand, li Efxanistanê ji bo naskirina Talibanê eceleya wan tuneye.
Psakiyê li Qesra Spî civîna çapemeniyê ya rojane li dar xist û li ser geşedanên dawîn ên li Efxanistanê sekinî.
Psakiyê li ser pirsa ji bo ku Amerîka bi Efxanistanê ra têkiliyan bidomîne, wê Talibanê nas bike yan na, wiha got, "Wekî her rewşê ev jî girêdayî şert û mercan e, lê vê gavê seba naskirina vê hikûmetê eceleya me tuneye."
AA