Qisaweta ji ber xerakirina Xan El-Ahmerê

Konseya ewlehiyê ya neteweyên yekbûyî civiya

Qisaweta ji ber xerakirina Xan El-Ahmerê

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo filistînê û meseleyên din ên li rojhilata navîn li hev civiya. İsraîlê qerar dabû xan el-ahmera li qudsa rojhilat a dagirkirî xira bike. Nûnerê daîmî yê neteweyên yekbûyî yê fransayê François Delattre ji bo vê biryarê got, wê ev yek bibe sedema bobelatekê. Her wiha rûsya û îngîlistanê jî bertek nîşanî israîlê dan.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji derbarê Filistînê û meseleyên din ên li Rojhilata Navîn şêwr û mişêwr danî.

İsraîlê qerar dabû ku Xan El-Ahmerê xira bike. Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Fransayê François Delattre got, ez bi qilqal im.

Delattre wiha pê de çû: Dibe ku ev biryar encamên dijwar derxe. Lewra îxtimal heye bi vê hilweşandinê re Qudsa Rojhilat ji axa din a Filistînê veqete.

Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Îngîlistanê Karen Pierceê jî diyar kir ku biryara xerakirina Xan el-Ahmerê ne li gorî qanûnên navneteweyî ye û wiha peyivî: “Ev yek nahêle çareseriya dudewletî çêbe.”

Trump gotibû nema em piştgiriyê didin Ajansa Alîkariya ji bo Mihacirên Filistînî ya Rojhilata Nêzîk a Neteweyên Yekbûyî. Her wiha Pierceê got, em ê piştevaniya xwe neqedînin û wiha pê de çû: “Li Gazzeyê rewş xerabtir bûye, lewra jî wê alîkariya me dewam bike.”

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Rûsyê Vassiliy Nebenzia jî di rûniştinê de bertek nîşanî rêveberiya Washingtonê da.

Vassiliy Nebenzia diyar kir ku bûyerên ku vê dawîyê qewimîn, zirar li hemû hewlên ji bo çareseriya dudewletî xistin.

Koordînatorê Taybet ê Pêvajoya Aştiya li Rojhilata Navîn ê Neteweyên Yekbûyî Nickolay Mladenov eşkere kir ku di 27ê Îlonê de, ji bo Ajansa Alîkariya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî dê wezîr li hev rûnin.

Dadgeha Bilind a İsraîlê di Gulanê de, ji bo xerakirina herêma Xan el-Ahmera ku Filistînî lê dijîn, qirar hilanîbû.

Lê ji ber tahn û bertekên civaka navneteweyî û bexwedana Filistîniyan, İsraîlê nikaribû herêmê xera bike.

Dîroka nûkirinê: 21 îlon 2018, 23:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE