''Qîza min bireve were, teslîm bibe''

Dayik Esmer Koç: "Qîza min bireve were. Her derê eskerê me û dewleta me heye. Teslîm bibe qîza min. Ew der ne li gor te ye, ne jî li gor min e."

''Qîza min bireve were, teslîm bibe''

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 416emîn da dewam dike.

Dayik Esmer Koç a ji Şemdînliya navçeya Hekariyê ji bo qîza xwe Zubeyda Koça di sala 2013an da ew 15 salî bûye revandine çiyê çalakiyê dike got ew dixwaze bigîhîje qîza xwe.

- "Ez qîza xwe dixwazim, êdî bes e."

Koç got 4 kesên qîza wê revandine çiyê niha girtî ne û wiha axivî: "Daxwaza min ji Serokomarê me, Wezîrê me yê Karên Navxweyî û hemû rayedaran ew e ku ev 4 kes bila cezayekî giran hildin. Zarokên merivan dibin çiyê. Çima qîza min birin çiyê? Ez qîza xwe dixwazim, êdî bes e. Ev zilm bes e."

Koçê bangî qîza xwe kir ku ew bê teslîm bibe û wiha got: "Qîza min bireve were. Her derê eskerê me û dewleta me heye. Teslîm bibe qîza min. Ew der ne li gor te ye, ne jî li gor min e. Çi kare te li wir heye? Înşallah dewleta me wê heqê te ji wan bistîne."

- "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim"

Bîlal Avunanê ji bo kurê xwe Emrah ji Bîngolê hatiye çalakiyê jî got ji sala 2015an vir va xeberek ji kurê wî tune û anî ziman HDPyê kurê wî teslîmî PKKya rêxistina terorê kiriye.

Avunan wiha axivî: "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Kurê min li ku ye? Çawa revandibin bila wisa bînin. Em nizanin kurê min sax e an mirî ye. 416 roj e em çalakiya rûniştinê didomînin. Emê heta dawiyê jî dewam bikin. Ez heta dawiyê li vir im."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE