''Qîza min lêxe were, te dixapînin''

''Qîza min lêxe were, te dixapînin''

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 402yan da dewam dike.

Turkan Mutluya ji bo Şeymaya qîza xwe ya revandine çiyê ji Bursayê hat û beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku qîza wê di dema xwendekariyê da revandin çiyê.

Mutluyê got hetanî bigihîje Şeymayê ew ê çalakiyê bidomîne û wiha axivî: "HDPyê qelem ji destê qîza min hilda sîlah da destê û derxiste çiyê. Çito şandine bira wisa jî paşda bînin. Qîza min bi qasî mehekê li avahiya HDPyê maye û paşê birine çiyê. Ez qîza xwe dixwazim. Qîza min lêxe were, te dixapînin."

Mutluyê bi bîr xist ku rûyê 18 malbatên gihîştin zarên xwe bi ken e, ew ê dev ji qîza xwe bernede.

Abdullah Demîrê ji bo Fatîhê kurê xwe çalakiyê dimeşîne jî got 5 sal e hesreta kurê xwe maye.

Demîr destnîşan kir ku ji acahiya HDPyê ya bajêr zarok birine çiyê û wiha pê da çû:

"Em li navnîşana rast in. Lewra wijdan û merhemeta van tune. 5 sal e jiyana me xilas bûye. 18 zarên me canên me hatin. Kurê min tu jî bireve were, teslîmî edaletê bibe. Em ê zarên xwe ji destê van zaliman xilas bikin. Hetanî hilnedin jî ji vê derê ranabin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE