''Qîza min were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe''

Fatma Akkuşa dayik:"Qîza min were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Ew der ciyê te nîne"

''Qîza min were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe''

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 421î da dewam dike.

Fatma Akkuşa ji dayikên bi wêneyên zarên xwe çalakiyê didomînin diyar kir ku ji bo Songul Akkuşa qîza xwe beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Akkuşê got zarên xwe yên din li malê dihêle her roj tê beşdarî çalakiyê dibe û wiha pê da çû: "Zarên me jî gelekî mexdûr bûn lêbelê qet mineta van bêwijdanan nîne. Destê xwe ji zarên me bernadin. Zarên me terkî mirinê kirine."

Akkuşê diyar kir ku 6 sal e ji qîza xwe tu xeberekê hilnade û wiha axivî: "Ji me çi dixwazin? Em kor bûn me ray dan wan, ew şandin Meclisê."

Akkuşê bangî qîza xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha pê da çû: "Songul, qîza min tu li ku derê yî, vegere, me bîriya deng û bêhna te kir. Were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Ew dera ciyê te nîne. Qelem ji destê te hildan sîlah dan destê te. Wê sîlahê li hemberî kesî bi kar neyne. Êdî vegere mala xwe."

Akkuşa dayik got hetanî bigihîje qîza xwe ew ê çalakiyê bidomîne.

Songul Altintaşa dayik jî got ji bo bigihîje Muslumê kurê xwe yê 6 sal e jê tu xeberê hilnade bi biryardarî çalakiya rûniştinê didomîne.

Altintaşê bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê da û wiha axivî: "Ji van esker û polêsan çi dixwazin, çi heqê wan heye vê tînin serê me? Parlamanterekê HDPyê gotiye 'Ji bo we bedelê didin.' Esil em bedelê didin. Hûn piştgiriyê didin PKKya ku we ewladên me birin. Bedela herî mezin em didin, êş û janê em dikişînin. Heke parlamenterên Kurdan e bira zarokan xilas bikin, li esker û polêsan xwedî derkevin."

Altintaşê got ew ê ji bo ewladê xwe hetanî dawiyê li nobeta ewladan be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE