Rageşiya li ser xeta Ermenistan-Azerbeycanê

Li herêma Tovuzê serê hefteyê pevçûn cardin derketin. Her çend li eniyên herêmên ku Ermenistanê dagir kirine û di dêst dane, pevçûnên tundî tunebin jî hêzên Ermenî avêtina guleyên tacîzê didomînin.

Rageşiya li ser xeta Ermenistan-Azerbeycanê

Li ser xeta ku Ermenistan dijî Azerbeycanê êrîş û tacîzan didomîne, rageşî berdewam e.

Li herêma Tovuzê serê hefteyê pevçûn cardin derketin. Her çend li eniyên herêmên ku Ermenistanê dagir kirine û di dêst dane, pevçûnên tundî tunebin jî hêzên Ermenî avêtina guleyên tacîzê didomînin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê, artêşa Ermenistanê di 24 saetên dawîn da tivingên bimakîne û çekên nîşandar jî bi kar anîn û 69 caran agirbest binpê kir.

Artêşa Azerbeycanê ji bo ku hêza şer a artêşê pêt bike hema bêje her roj tetbîqatê dike û li hember êrîşeke nû û provokasyona hişyar disekine. 

Li gor çavdêriya nûçegihanê Ajansa Anadoluyê (AA) şêniyên herêmê jî digel şer, pevçûn û guleyên ku nêzî wan tên teqandin, jiyana xwe ya rojane didomînin.

Artêşa Ermenistanê di 12ê tîrmehê da li herêma Tovuzê êrîşî kozikên Azerbeycanê kiribû, artêşa Azerbeycanê bersiv dabûyê û artêşa Ermenistanê zayîat dabû û paşve vekişiyabû.

Di pevçûnê da ji artêşa Azerbeycanê 1 jê tumgeneral 12 esker şehîd bûbûn.

Di 21ê îlonê da li heman herêmê pevçûn cardin gur bûbûn, ji artêşa Azerbeycanê eskerek şehîd bûbû, eskerek jî birîndar bûbû.

Artêşa Azerbeycanê ÎHAyeke Ermenistanê ya ku firîna keşfê dikir, xistibû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE