Îranê qebûl kir ku balafira Rêhewaya Ukraynayê "bi xeletî" daxistine

Sererkaniyê der heqê balafira Rêhewaya Ukraynayê ku roja çarşemê li Tehranê hatibû daxistin da daxuyanî da û destnîşan kir gelo di daxistina balafirê da bandora gavên eskerî yên piştî êrîşên moşekî yên li ser baregeha Amerîkayê ya li Iraqê hatin avêtin heye yan na û hat gotin ku ji bo lêkolînkirina vê mijarê heyeteke ji pisporan pêk tê hat damezirandin.

Îranê qebûl kir ku balafira Rêhewaya Ukraynayê "bi xeletî" daxistine

Serokatiya Sererkaniya Îranê der barê balafira Rêhewaya Ukraynayê da ragihand ku ew dema ji ser "cihekî girîng ê eskerî" derbas dibû ji hêla pergala parastina hewayî va ji ber "şaşiya mirovî" bi xeletî hat daxistin.

Sererkaniyê der heqê balafira Rêhewaya Ukraynayê ku roja çarşemê li Tehranê hatibû daxistin da daxuyanî da û destnîşan kir gelo di daxistina balafirê da bandora gavên eskerî yên piştî êrîşên moşekî yên li ser baregeha Amerîkayê ya li Iraqê hatin avêtin heye yan na û hat gotin ku ji bo lêkolînkirina vê mijarê heyeteke ji pisporan pêk tê hat damezirandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Îran ji ber gefên Serokê Amerîkayê û artêşa Amerîkayê di merheleya herî bilind da ji bo bersivdayîna êrîşên îhtimal heye bên kirin, amadehiyên xwe kir û sekinî.

Hat gotin ji ber êrîşa li ser baregeha Amerîkayê ya li Iraqê balafirên şer ên Amerîkayê li ser Îranê zêde firîn û ji şaxên parastinê ra agahî hat ku îhtimal heye ew balafir êrîşî ser hin cihên eskerî yên Îranê bikin, ji ber vê jî gelek hedefan di radaran da xuya kirin û di vê çarçoveyê da hemû pergalên parastina hewayî ya Îranê jî di rewşeke pir hesas da bûn.

Di daxuyaniyê da ji bo balafira hat daxistin wiha hat gotin: "Balafira seferê ya bi nimareya 752an a Rêhewaya Ukraynayê di vê heyama hesas û nav şert û mercên qeyranê da ji Balafirgeha Îmam Xumeynî hereket kir. Nêzî navendeka eskerî ya girîng a Mihafizên Şoreşê bû û bilindahî û sekna wê wisa bû ku mîna wê bi neyartî êrîş bike. Ev balafira hanê di nav van şert û mercan da û ji ber şaşiya mirovî ne bi qestî wek hedef hat hilbijartin."

Serokatiya Sererkaniya Îranê ji malbatên kesên di bûyerê da can dan lêborîn xwest û ragihand ku der barê berpirsyaran da wê muemeleyên fermî bên kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE