"Ray di sandiqê da hatine dizîn"

Bînalî Yildirim: "Ray di sandiqê da hatine dizîn, evqas eşkere ye. Rayên me li ser namzedê li hemberî me hatine nivîsandin."

"Ray di sandiqê da hatine dizîn"

Namzedê Şaredar ê Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya AK Partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Yildirim di civînê da got piştî hilbijartinên 31ê Adarê du daxuyanî hatin kirin, yek ya namzedê CHPyê bûye ku wî reqam da û got bi 29 hezar û 500 zêde rayan va ew bi ser ketiye, ya din jî daxuyaniya wî bi xwe bûye ku wî jî li gor encaman serkeftina xwe aniye ziman.

Yildirim daxuyaniya Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LHB) Sadî Guven bi bîr xist û got wî jî daxuyaniyek dabû û gotibû bi 27 hezar û 889 rayan ve namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu li pêşiyê ye û got bi vî awayî şaîbe, bêrêtî û şaşiyên der barê hilbijartinê da hatine rojevê.

- "Ray di sandiqê da hatine dizîn"

Bînalî Yildirim der barê îtirazên ji bo hilbijartinê hatine kirin da got 191 îtiraz hatine kirin ji van 13 heb hatine qebûlkirin, 177 hatine redkirin.

Der barê rayan û niqaşên tên kirin da Yildirim wiha axivî: "Ray di sandiqê da hatine dizîn, evqas eşkere ye. Rayên me li ser namzedê li hemberî me hatine nivîsandin. Em li pey hiqûqê ne, em hewl didin dengên ku welatiyên me dan di sandoqê da neyên xwarin. Bi rastî serokê ku dê bajarekî bi qasî memleketekî mezin ê wekî Stenbolê bi rê va bibe, bi hilbijartineke biguman û seqetmayî va were hilbijartin, tiştekî zehf xweş nîne. Di hilbijartinê da bi tenê bêrêtî, şaşî, şaîbe û dizîna rayan nehatiye kirin. Hê gelek şaşî hene."

- "Dawiya sextekariyê tune"

Yildirim got heke sextekarî hatibe kirin ewê dewam bike û wiha axivî: "Dawiya sextekariyê tune. Heke di serî da sextekarî hatibe kirin, ev heta dawiyê dewam dike. Ev ne dermanekî tibbî ye. Dizîna îrade û raya gel ne girêdayî demekê ye û dawiya wê jî tune. Ez vê ji Stenboliyan ra dihêlim. Ya ku dikeve li ser milê me gişkan bêdeng bendê mayîn e. Ji welatên derva ra şandina peyaman, ji welatên derva xwestina zextê ya li ser Tirkiyeyê, ev tişt bêhna gelê me teng dikin."

Yildirim got di hilbijartinê da li ser gelek malan navê hilbijêran zêde hatine nivîsîn û wiha dewam kir: “Li ser mala serokê navçeyê yê MHPyê 6 hilbijêr hatine nivîsîn, haya wî tune. Hela kepazetiyê binêrin."

Yildirim namzetê CHPyê Ekrem Îmamoglu rexne kir û wiha got: "Heta trîbun û trîbunan digere, meydan û meydanan digere, li bin navê xwe şaredar dinîvîse, bila biaram rûnişta û benda encaman bima. Ez çûyîna Îmamoglu ya maçê rast nabînim. Bi amîgotiyê va serokatî nabe."

- "Li Amerîkayê 8 mehan dewam kir"

Ji bo dema eşkerekirina encamên hilbijartinê Yildirim wiha got: "Li Amerîkayê berê biryarên hilbijartinê 8 mehan dewam kir."

Der barê îdiaya du wezîr li endamên LBHyê geriyane da jî Yildirim wiha axivî: "Wezîrê Karên Navxweyî der heqê kesên ku ev îdia avêtin holê da gilîdar bû."

Li ser pirsa "Serokê Bajêr gelo îstifayê difikire?" Yildirim wiha got: "Weke hûn dibînin li kêleka min e û ew encaman dinirxînin. Ji bilî vê tiştekî ku bêjim ne di cî da ye."

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE