Rayadarên Siûdî destûr nedan li bîra hewşa konsolosxaneyê bigerin

Derket holê ku di lêpirsîna kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevan da destûr nehat dayîn ku hêzên ewlekariyê li bîra li hewşa Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî bigerin.

Rayadarên Siûdî destûr nedan li bîra hewşa konsolosxaneyê bigerin

Derket holê ku di lêpirsîna kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevan da destûr nehat dayîn ku hêzên ewlekariyê li bîra li hewşa Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî bigerin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, di lêpirsîna li ser Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî di 2yê cotmehê da kuştina Kaşikçiyê rojnamevan da gihîştin hûrgiliyên teze. Di çarçoveya lêpirsînê da hêzên ewlekariyê li xanî û avahiya kosolosxaneyê li delîlan geriyan.

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê xwestin li hewş û bîra li hewşa konsolosxaneyê bigerin lê rayedarên Siûdî destûr nedan.

- Bûyera kaşikçî

Erebistana Siûdî îtiraf kiribû ku Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê ku di 2yê cotmehê da ketibû Serkonsolosxaneya Stenbolê xeber jê nehatibû hildan "di rageşiya ku li konsolosxaneyê derket da miriye". 

Li gor xebera SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî, di encama lêpirsîna Serdozgeriya Erebistana Siûdî dimeşîne da hat diyarkirin ku Cemal Kaşikçî hatiye Serkonsolosxaneya Stenbolê li vê derê "bi welatiyên Erebistana Siûdî yên li konsolosxaneyê ra ketiye nîqaşan, rageşî derketiye û Kaşikçî miriye".

Li ser mijarê heyeta hevpar a ji rayedarên Tirkiyeyê û Erebistana Siûdî pêk tê hatinbû avakirin ku lêkolînê bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2018, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE