Rayedarên Tirk û Siûdî ji bo Kaşikçi hatin cem hev

Rayedarên Tirk û Siûdî yên di koma xebatê ya lêkolîna der heqê rojnameger Cemal Kaşikçi da, ku çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê û paşê wenda bûbû, li Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê hatin cem hev.

Rayedarên Tirk û Siûdî ji bo Kaşikçi hatin cem hev

Rayedarên Tirk û Siûdî yên di koma xebatê ya lêkolîna der heqê rojnamegerê Siûdî û nivîskarê Washington Postê Cemal Kaşikçi da, ku çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê û paşê wenda bûbû, li Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê hatin cem hev.

Li gorî agahiyê, lêpirsîna der heqê nivîskarê Washington Postê Cemal Kaşikçi da, ku wekî yek ji rojnamegerên herî bihêz ê Rojhilata Navîn tê destnîşankirin û di 2yê cotmehê da çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê û paşê tu xeber jê nehatibû hildan, berdewam e.

Koma xebatê ya lêkolîna der heqê wendabûna rojnameger Kaşikçi ya ku ji aliyê rayedarên Tirkiye û Erebistana Siûdî hatibû damezirandin, dest bi xebatê kir.

Rayedarên Tirk û Siûdî yên ku di saet 13.00an da hatin Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ya li ser Kolana Vatanê, li hev civiyan.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2018, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE