"Rayeya kesî tune ku midaxeleyî mafên desthilatdariya Tirkiyeyê bike"

Serok Erdogan li Navenda Fuarê ya INTEX Osakayê ya Lûtkeya Serokan a G20ê lê tê kirin civîna çapemeniyê li dar xist.

"Rayeya kesî tune ku midaxeleyî mafên desthilatdariya Tirkiyeyê bike"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Wezîfeya sereke ya civaka navneteweyî ye ku ji asta jor hetanî asta binî hesab ji hemû berpirsyarên kuştina Kaşikçi bipirse."

Serok Erdogan li Navenda Fuarê ya INTEX Osakayê ya Lûtkeya Serokan a G20ê lê tê kirin civîna çapemeniyê li dar xist.

Erdogan diyar kir ku Lûtkeya Serokan a G20ê ya 14an di malxwedîtiya Japonyayê da temam kirin û ji ber malxwedîtiya wan ji meqamên Japonyayê ra sipas kir û got ku di lûtkeyê da bi gelek serokan ra hevdîtin kir û li ser mijarên girîng axivîn.

Teror dijminê hemû mirovahiyê ye

Serok Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser mijara terorê û neheqiyên tên kirin û wiha axivî: 

"Teror dijminê hemû mirovahî û nirxên însanî ye. Ji bo vê dibê hemû dewlet êdî ji terorê ra bêjin "teror" û vê merdiyê bikin. Dewletên Rojavayî yên di mijara mafên mirovan da ji welatên din ra karnameyê amade dikin mixabin ji ezmûna mirovahî ya sereke derbas nebûn. 

Bi qilifê "penaberên siyasî" mihefezekirin û parastina derbekarên qesdê demokrasiyê kirin ew ê ji bo hemû mirovahiyê bibe deynekî giran."

Kaşikçi û Mursî ji bîr nekin

Erdogan li ser kuştina Kaşikçi û berpirsyariya viaka navneteweyî wiha axivî: "Wezîfeya sereke ya civaka navneteweyî ye ku ji asta jor hetanî asta binî hesab ji hemû berpirsyarên kuştina Kaşikçi bipirse.  Dibê tu carî destûr neyê dayîn ku ne kuştina Kaşikçi ne jî wefata şikbar a Mursiyê Serokomar ji rojevê werin derxistin.

Kaşikçi li Stenbolê hat kuştin. Ciyê dibê lê werin darizandin Stenbol e. Lewra sûc li Stenbolê hatiye kirin. Dibê li Stenbolê darizandin were kirin."

Serok Erdogan di mijara penaberan da got, "Me got ji bo ku Tirkiye alîkarî û xizmetên xwe bidomîne dibê civaka navneteweyî barê giran parve bike."

Erdogan bal kişand ser cotstandardiya welatên Rojavayî û wiha pê da çû: "Kesên dema mijar Tirkiye be nîqaşa dardakirina derbekaran qebûl nakin mixabin ji bo cezayê dardakirinê yê li Misrê dengê xwe dernaxin."

Serok li ser sazîbûna Neteweyên Yekbûyî (NY) got ku, "Rast nîne ku sazîbûneke wiha ya di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Ewil da hatiye avakirin hetahetayî dewam bike."

Teslîmata S-400î

Serok Recep Tayyîp Erdogan di mijara teslîmaya S-400î da got, "Di pêvajoya teslîmatê da ye û înkarkirina peymaneke hatiye asta teslîmatê li dewleteke wekî Tirkiyeyê nayê, ev kar temam bû. Yekeyên me yên eleqedar diyar kirin ku 'teslîmatê di nîvê ewil yê tîrmehê da were kirin' û nika hêvî di vê îstiqametê da ye."

Erdogan li ser meseleya mueyîdeyên ku dibêjin dibe ku bidin ser Tirkiyeyê wiha axivî: "Birêz Trump îro mijar zelal kir. Me bi taybetî ji wî guhdarî kir ku tiştekî wisa ew ê neqewime. "AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE