Rayên HDP’ê gelek daketin

Ji 73 bajar û navçeyan ku qeyûm hatibûn tayînkirin 24an got AK Partî...

Rayên HDP’ê gelek daketin

Di hilbijartina herêmî de ya herî balkêş jî daketina rayên HDP’ê bû. Li seranserê Tirkiyê rêjeya dengên HDP’ê ji sedî 4 daket. Ji şaredariyên qeyyûman Agirî, Betlîs û Şirnax jî tê de ji 73 şaredariyên bajêr û navçeyan 24an got Ak Partî.

Di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de têkçûna herî mezin ya HDP’ê ye.

Rêjeya dengên partiyê, di hilbijartina giştî ya 24ê Hezîrana 2018an de ji sedî 11 bêhnok 7 bû. Lê di vê hilbijartinê de ji sedî 4 daket.

4 bajarên ku di hilbijartina 2014an de bûbûn yên BDP’ê, ji destê wê çû.

Serok Erdoğan jî di daxuyaniya xwe ya piştî hilbijartinê de bal kişand ser encamên herêmê.

Serok Erdogan wiha axivî: ‘’Birayên me yên Kurd ên ku li Başûrê Rojhilatê Anatolyayê dijîn, bi tercîha xwe derseke girîng dan wan kesên ku li ser îradeya wan bazariyê dikirin.’’

Li 73 bajar û navçeyên ku di destê qeyyûman de bûn, 24 an got AK Parti.

Yek ji wan bajaran jî Agirî ye.

Namzedê Agiriyê Savcı Sayan got’’ We îşekî îş kir, we derseke dîrokî da dinyayê…

Em ê qedera Agiriyê, siberoja wê biguherînin. Êdî heyameke nipînû dest pê kir. Hûnê Agiriyeke nû bibînin.’’

AĞRI:

AK PARTİ % 55

HDP: % 37

LI AĞRIYÊ AK PARTİYÊ QEZENC KIR

AĞRI:

AK PARTİ: %55

HDP: %37

Namzedê AK Partiyê Savcı Sayan ji sedî 55ê dengan wergirt.

ES

Şirnex jî ket destê AK Partiyê.

LI ŞIRNAKÊ JÎ AK PARTİYÊ QEZENÇ KIR

AK PARTİ: % 61

HDP: % 34

Namzedê AK Partiyê Mehmet Yarka ji sedî 61ê dengan girt û bû şaredarê nû yê Şirnexê.

Mehmet Yarka got ‘’Di vê hilbijartinê de kesî winda nekir, Şirnex qezenc kir’’

BİTLİSÊ JÎ AK PARTÎ TERCÎH KIR

AK PARTİ %43

HDP: % 33

Li Betlîsê jî AK Partî bi ser ket.

Nesrullah Tanğlay ji sedî 44ê dengan stand û qezenc kir.

Nesrullah Tanğlay got’’ Di 31ê adara 2019an de diyar bu ku Betlîs wê bigıhije eslê xwe, betlîs wê bibe bajarekî qedîm.’’

HDP’ê Tuncelî Wında Kır

TKP: % 32

HDP: % 29

Li Dêrsimê, ji sindoqê namzedê TKP’ê derket.

Fatih Mehmet Maçoğlu, ji sedî 32 deng wergirt û namzedên HDP’ê li paş xwe hiştin.

HDP li 25 navçeyên ku bi qeyyûm dihatin îdarekirin jî têk çû.

Li Şemzînan û Çela Colemergê, li Dihê û Perwariya Sêrtê, li Kerboran û Ömerliya Mêrdînê, li Muks, Şitak, Kiğzi û Ercîşê jî AK Partî bi ser ket.

Li Tutaka Agiriyê BBP’ê, li Bişêriya Batmanê, li Tuzlucaya Iğdirê, û li Xizana Betlîsê jî Partiya Saadetê qezenc kir.

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:46
Şîrove Bike
ŞÎROVE
Kadri_samoğlu
Kadri_samoğlu - 2 ay Berî

Dvê HDP dest ji terora pkk berde.tena serê xwe siyasetê bke nek siyaseta xwe li gori Qendilê brê ve be.dvêt ligori milleti brê bet.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE