"Reforma darazê belgeya reforma darazê ya gelê Tirk e"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê reforma darazê da got: "Ev belgeya reformê ne ya AK Partî û Wezareta Edaletê ye. Ev belgeya reformê ya gelê Tirk û ya 82 milyonî ye."

"Reforma darazê belgeya reforma darazê ya gelê Tirk e"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Ev belgeya reformê ne ya AK Partî û Wezareta Edaletê ye. Ev belgeya reformê ya gelê Tirk û ya 82 milyonî ye."

Gul li Mala Dadgeran ya Enqereyê bi nûçegihanên darazê ra hat bal hev.

Wezîrê Edaletê Gul der barê dayîkên ku li Diyarbekirê li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin da wiha got: "Hûn nikarin dengê dayikên li Diyarbekirê bibirin. Ev qêrîn wê tu wextê neyê birîn. Ji bona dewsa çiyê herin dibistanê em ê her tiştî bikin."

Gul der barê reforma darazê da wiha got: "Ev belgeya reformê ne ya AK Partî û Wezareta Edaletê ye. Ev belgeya reformê ya gelê Tirk û ya 82 milyonî ye."

Abdulhamît Gul der heqê reforma darazê da diyar kir wê parlamento guh bide rexneyan û got ku him jî di mijarên sepandinê da em ê jî belgeya xwe ya reformê teqîb bikin.

Wezîrê Edaletê Gul destnîşan kir ji bona mafên mirovan planeke xebatê ya nû dane destpêkirin û got ku di mijara mafên mirovan da di pêşengiya Wezareta Edaletê da jî em ê xebatekê bikin.

Abdulhamît Gul diyar kir di pakêta ewil ya reforma darazê da guherînên ku azadiya fikr û îfadeyê diparêzin û girtina kêfî ji holê radikin hene.

Gul diyar kir sepandinên ku girtinê mîna înfazê dibînin bi tu awayî nayên qebûlkirin û got ku lewra girtin tevdîreke îstisnayî ye û ya girîng azadî ye.

Wezîrê Edaletê Gul destnîşan kir ku wê bi aştiyê pirsgirêkên di navbera kamu û kamuyê da û pirsgirêkên di navbera kamu û welatiyan da çareser bikin û wiha got: "Em dixwazin di vê heyamê da navbeynkariya malbatê ya dadgehan jî bikeve rewacê."

Gul destnîşan kir jimara teblîxatên elektronîk ji 10 milyonî derbas bûye û got ku ev jî teserûfeke bi 125 milyon lireyî ye.

Wezîrê Edaletê Gul ji bona di lêpirsînê da dema herî kurt da wiha got: "Em dixwazin di pakêta ewil da be. Pêşxebatek hat kirin ku di cezayê esliyeyê û cezayê giran da rewş çawa be."

Gul diyar kir ji bona înfazê xebatên teknikî kirine û got ku di rojeva Meclisê da wê di rêzên pêş da be.

Wezîrê Edaletê Gul der barê tundiya dijî jinan da wiha got: "Heger rê li ber mirina jin û zarokan û tundiyê bigire hewce bike ne tenê qanûnê em dikarin Destûra Bingehîn jî biguherînin."

Abdulhamît Gul destnîşan kir mijara biderengîxistina înfazê efû nîne û wiha got: "Em li ser demên înfazê xebitîn û alternatîf hene. Meclisê ji alternatîfan ya herî rast hilbijêre." AA

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2019, 18:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE