"Rejim heke êrîşên xwe bidomîne bêdengmayîna me ne mimkun e"

Serok Erdogan ji bo Îdlibê got: "Rejim heke lê vê derê êrîşên xwe yên li ser bircên raçavkirinê û cihên din bidomîne bertek nedayîna me ne mimkun e."

"Rejim heke êrîşên xwe bidomîne bêdengmayîna me ne mimkun e"

Serok Erdogan ji bo êrîşên ku rejima Beşşar Esed dibe ser Îdlibê got: "Rejim heke lê vê derê êrîşên xwe yên li ser bircên raçavkirinê û cihên din bidomîne bertek nedayîna me ne mimkun e."

Serok Erdogan li Balafirgeha Ataturkê berî biçe Duşanbeya paytextê Tacikistanê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Îdlibê û wiha pê da çû: "Domandina êrîşên bibombe yên warîl û fosforê yên li ser herêmê jî nayên efûkirin û li hemberî vê jî em nikarin xwe ker bikin. Em li herêmê bala xwe didine ser daxwaza gel."

Erdogan der barê weşana zindî ya ku tê payîn Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglu bi hevra beşdar bibin da jî fikra xwe parve kir û got: "Ez wisa bawer dikim ku dê gelê me bikaribe bi awayekî herî baş piştî mizakereya wê şevê binirxîne ka kî dikar ji bo birêvebiriya bajarekî mînak a dinyayê ya wekî Stenbol bibe birêvebirekî îdeal. Ez dîsa wisa bawer dikim ku roja yekşemê ya ku dê diyarker be dê ronahiyê bide hefteyekê jî."

- "Çiqas hewce bike em ê ewqas esker bi cih bikin"

Serok Erdogan bal kişand ser îdiayên ku dibêjin wê li Qibrîsa Bakur jimara eskeran bê kêmkirin û wiha dewam kir: "Li Qibrîsa Bakur tiştekî wekî kêmkirina jimara eskerên me tuneye. Li wê derê çiqas esker hewce dike em ê li wê derê ewqas esker bi cih bikin û ji bo vê jî mecbûriyeteke ku em ji hin kesan destûrê bixwazin tune ye, divê ev jî bê fehmkirin."

- Lijneya Hilbijartinê ya Bilind gava hewce dike wê biavêje

Ji bo dîmenên CHPê ku serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr dabû jî Serok Erdogan got: "Ez wisa bawer dikim ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind jî di vê mijarê da gava hewce dike wê biavêje."

Serok Erdogan bal kişand ser gotinên Îmamoglu ku ji bo Waliyê Orduyê anîbû ziman jî û wiha pê da çû: "Ji bo waliyê vê dewletê, ez heya dikim nikarim bibêjim, heqê tu kesî tuneye ku vê gotinê bibêje."

Erdogan ragihand ku di rojên pêş da wê tevlî nava gel bibin û wiha pê da çû: "Di nava hefteya pêş me da, di çarçoveya hevdîtinên bi gel ra ji bo bi gelê xwe ra bin, em ê li Stenbolê bi hev ra bigerin."

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Hezîran 2019, 18:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE