“Reqamên ku mixalefeta sereke û mixalefet dibêje hemû derew in“

“Reqamên ku mixalefeta sereke û mixalefet dibêje hemû derew in“

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bona îdiaya ji Efxanistanê 1,5 milyon koçberên bêdestûr hatine Tirkiyeyê wiha axivî, "Mixabin ev reqamên ku mixalefeta sereke û mixalefet dibêje hemû derew in. Li gor qeydên ewlehiyê û agahiyên dervayî qeydên fermî li Tirkiyeyê vê gavê 300 hezar penaberên ji Efxanistanê hene."

Serok Erdogan li ser pirsa der barê pêwendiyên bi Talibanê ra wiha peyivî, "Gava hewce bike em ê bi Talibanê ra jî biaxivin. Li meydanê bûyer û rastiyek heye. Gava li deriyê me bixin em ê jî deriyê xwe vekin û biaxivin."

Erdogan der barê rexneyên mixalefetê yên ji bona afatan da wiha got, "Di hemû afatan da hevkarî tuneye, derew hene. Rast bin. Hûn nikarin bi derewan xelkê bigihînin derekê. Ev milet hînî derewan nebûye. Ev milet, durist e, bi duristiyê heta van rojan hatiye û wê bi kirinên xwe yên durist va di rêya xwe da dewam bike."

Serok Erdogan li ser pirsa îdiaya bi Amerîkayê ra peymana li ser penaberan hatiye çêkirin got ku Balyozxaneya Amerîkayê derewand, Amerîkayê derewandiye, lê ev hê jî li gor vê tevdigerin.

Serok Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bona îdiaya ji Efxanistanê 1,5 milyon koçberên bêdestûr hatine Tirkiyeyê wiha got, "Mixabin ev reqamên ku mixalefeta sereke û mixalefet dibêje hemû derew in."

Erdoganê nimêja înê li Uskudarê li Mizgefta Kerem Aydinlarê kir û ji pey ra daxuyanî da rojnamevanan.

Serok Erdogan li ser pirsa der barê geşedanên li Efxanistanê da wiha got, "Di serî da alema Rojavayê alema Îslamê bi taybetî eleqeya hewcedar nîşanî vê derê (Efxanistan) nedane. Li Efxanistanê me bi hemû derfet û îmkanên xwe di warê binesazî û seresaziyê da cehda hewcedar nîşan da û em hê jî xebatên xwe didomînin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE