Rewşa tenduristiya Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Semîh Yalçin: "Rewşa wî ya tenduristiyê pir baş e, hişê wî li serê wî ye."

Rewşa tenduristiya Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Semîh Yalçin îdiayên dibêjin xwîn pekiyaye mêjiyê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derewand û got "Rewşa wî ya tenduristiyê pir baş e, hişê wî li serê wî ye."

Yalçin der barê rewşa tenduristiyê ya Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî yê ku li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Başkentê tedawî dibe da agahî da çapemeniyê.

Yalçin got Bahçelî serê sibê ji ber ku dilê wî qelibiye hatiye nexweşxaneyê, tetkîkên wî tên kirin û wiha dewam kir: "Li ser hin medyaya civakî tê gotin xwîn pekiyaye mêjiyê wî, ew ji ber nexweşiya dil hatiye, lê der barê van da tu pirsgirêkên wî tune. Niha hişê wî li serê wî ye, dikare biaxive. Îstirehetê dike. Serhekimtiya nexweşxaneyê wê saetên li pêş me vê agahiyê parve bikin. Rewşa tenduristiyê ya Serokê me yê Giştî pir baş e."

Serokê Koma AK Partiyê Nacî Bostanci û Cigirserokê Koma AK Partiyê Mehmet Muş jî hatin nexweşxaneyê û der barê bahçelî da agahî hildan.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE