Rûhanî tê Ankarayê

Serok Erdoğan dê hevmeqamê xwe li Beştepeyê bike mêvan...

Rûhanî tê Ankarayê

Tirkiye ber bi operasyona rojhilatê firadê dike. Di heman demê de mêvanekî girîng tê Tirkiyeyê. Serokkomarê îranê rûhanî tê Tirkiyeyê. Serok Erdogan wê li beştepeyê rûhanî bike mêvan.

Li gorî daxuyaniya serokkomariya Îranê herdu lîder wê bicivin û civîn ji bo medyayê dê vekirî nebe.

Dû re wê serokatiya Konseya Tevkariyê bikin.

Tê payîn ku di hevdîtinan de aborî wê derkeve pêş.

Hedefa bazirganiya 30 milyar dolarî ya di navbera herdu dewletan de wê bê axaftin.

Tirkiye her tim radigihîne ku tirkiye li dijî ambargoya li ser îranê ye.

Ligel vê yekê rewşa dawî ya Sûriyeyê jî wê bê axaftin.

Tirkiye û Îran wek rêhevalên Rûsyayê di pêvajoya Astanayê de tev dimeşin.

Dîroka nûkirinê: 19 Kanûn 2018, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE