"Rênimayên ku me li dijî şewbê danîn, civak hînî wan bû"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca: "Rênimayên ku me li dijî şewbê danîn, civak hînî wan bû"

"Rênimayên ku me li dijî şewbê danîn, civak hînî wan bû"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca derbarê cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de got, "Civakê rênimayên ku me li dijî şewbê danîn, qebûl kirin."

Wezîr Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê ya ku li Komelgeha Bîlkentê bi rêya vîdeo konferansê hat lidarxistin daxuyanî dan.

Koca anî ziman ku va 9 hefte ye micadele li dijî koronavîrusê tê dayin û got, "Civakê rênimayên ku me li dijî şewbê danîn, qebûl kirin. Têkoşîna me ya li dijî koronavîrusê mezintirîn seferberiya me ya di serdema nêzîk de ye. Dema hejmara pêketiyan kete bin hezarî, dê ew ketin bibe nîşana serkeftina nîhaî."

Wezîr Koca anî ziman ku heke em di rojên cejnê de pabendê rênimayan bin, dê piştre emê azadtir bibin û wiha pê de çû:

"Ji ber ku em nizanin ka dê ev micadele heta kengî bidome, em jiyanê ji nûve plan dikin. Rîsk hîna jî di geriyanê de ye. Kêmbûna hejmara nexweşên nû temînat nîn e. Bê maske dernekevin û pabendê jihevdûrbûna civakî bin. Em di serdema yekemîn a micadelê de bi ser ketin, gumana min jê nîn e, emê vê serdemê jî bi ser kevin."

Wezîrê Tendirustiyê Koca derbarê şêwaza jiyana nû ya piştî koronayê wiha got, "Ji sibê pê de hûnê dê li kargehan pêrgî afîş û rênimayên li wê kargehê bibin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE