Rûniştina doza Hakan Atîlla ya temyîzê wê di cotmehê da çêbibe

Halîl Uzunê parêzerê Mehmet Hakan Atîlla got ji ber ku "darazeke şaş" hatiye kirin wan doza temyîzê vekiriye, rûniştina ewil a vê dozê jî wê di meha cotmehê da çêbibe

Rûniştina doza Hakan Atîlla ya temyîzê wê di cotmehê da çêbibe

Halîl Uzunê parêzerê Mehmet Hakan Atîllayê Alîkarê Midûrê Giştî yê Halk Bankê yê berê der barê serlêdana temyîzê ya mehkemeyê ya ji bo sûcên Atîlla bên redkirin û bêsûcbûna wî bê îspatkirin da daxuyanî da.

Uzun got Hakan Atîlla ji ber ku vegeriyaye welêt, malbata xwe dîtiye pir kêfxweş e û der barê pêvajoya temyîzê da wiha agahî da: "Pêvajoya darazê ya di asta temyîzê da ye dewam dike. Muwekîlê min hêvî dike mehkemeya temyîzê biryara xwe betal bike. Mehkemeya temyîzê eşkere kir ku rûniştina ewil a dozê ya der barê Mehmet Hakan Atîlla da wê 21ê cotmehê di hefteya ewil da çêbibe."

- Rûniştineke duyemîn wê çênebe

Uzun got di rûniştina temyîzê da Atîlla wê ji hêla parêzerên xwe va wê bê parastin, piştî vê rûniştinê wê rûniştineke duyemîn çênebe û ewê benda biryara mehkemeyê bimînin.

Parêzer Uzun got ji bo ku der barê vê pêvajoyê da agahiyên şaş neyên bihîstin, zirar negihêje vê pêvajoyê ewê bi xwe agahiyê bidin raya giştî.

Uzun der barê hesabên medyaya civakî û Twîtterê da jî got ew hesab ne yên Atîlla ne û divê kes guh nede wan peyaman.

- Pêvajoya dozê

Atîlla di 27ê Adara 2017an da li Balafirgeha New York JFKyê hatibû binçavkirin û ji ber sûcdarkirina binpêkirina mueyîdeyên dijî Îranê wek bersûcê tekane yê dozê hatibû darizandin. Juriya dadgehê ji 6 sûcdarkirinê dijî Atîlla 5 sûcdarkirinan di cî da dîtibû û di îdiaya "pereyê dereqanûnî da" Atîlla sûcdar nehatibû dîtin.

Hakan Atîlla di doza mueyîdeyên dijî Îranê da bi îdiaya ku sûcdar e 32 meh cezayê hepsê xwaribû. Ji ber rewşa halê wî yê pak cezayê wî heta 28 mehan hatibû kêmkirin. Di 19ê Tîrmehê da ji girtîgehê hatibû berdan û di 23ê Tîrmehê jî şandibûn Tirkiyeyê.

Karsaz Riza Sarrafê bi binpêkirina mueyîdeyên Amerîkayê yên dijî Îranê dihat sûcdarkirin jî di 19ê Adara 2016an da hatibû girtin û Riza Sarraf demeke kurt piştî darizandinê sûcdarkirinên der barê xwe da qebûl kiribûn û bi dozgeriyê ra hevkariyê kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Tîrmeh 2019, 11:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE