"Îro 54,5 milyon welatiyên me ji konfora xaza siruştî îstifade dikin"

Vekirina Projeyên Çavkaniyên Sirûştî û Enerjiyê|Serok Erdoğan bi vîdeokonferansê axivî

"Îro 54,5 milyon welatiyên me ji konfora xaza siruştî îstifade dikin"

Vekirina Projeyên Çavkaniyên Sirûştî û Enerjiyê|Serok Erdoğan bi vîdeokonferansê axivî

Ji axaftina Erdogan;

Serokomar Erdogan: "Hêza me ya jeotermalê ku di 2002yan da tenê 18 megavat bû îro derketiye hezar û 613 megavatî. Bi vê reqamê Türkiye di warê jeotermalê da li Ewropayê yekemîn û li dinyayê derketiye rêza 4emîn."

"Îro 54,5 milyon welatiyên me ji konfora xaza siruştî îstifade dikin. Nifûsê ku xaza siruştî gihîştiye wan 68 milyon e."

"Piştî em hatin ser wezîfeyê li seranserê Türkiyeyê veberhênana li belavkirina xaza siruştî hatiye kirin bi tevahî gihîştiye 27 milyar lireyî."

"Digel şewbê xaza siruştî gihîşt 39 navçe û beldeyên me. Înşellah em ê di sala 2021ê da veberhênanên xwe yên xaza siruştî hê zêde bikin û bidomînin."

"Digel ewên ku agir bi welêt bikeve wê xwe li ber germ bikin şikir di dîroka komarê da me 18 salên herî serkeftî li Türkiyeyê derbas kir."

"Digel kesên ku dixwazin Türkiye bikule û bikeve nav tevlihevî û aloziyê em welatê xwe ji bona pêşerojeke ronî amade dikin."

"Em dibêjin vejena serbixwe û Türkiyeya hêzdar û heta ji dest were dixwazin sektoreke vejenê ya li ser çavkaniyên xwemalî ava bikin."

"Me hêza xwe ya li ser ceyranê ku ji bona pêşketina Türkiyeyê zehf lazim e di 18 salan da 3 qat zêde kir û derxist 96 hezar megavatî."

"Ne tenê di hilberînê da di warê teknolojiyên vejena tê nûkirin da em dixwazin bibin dewleteke navend." 

"Îro ji sedî 63,5ê hêza me ji çavkaniyên xwemalî ye. Ji sedî 51,7ê vê ya çavkaniyên vejena tên nûkirin e, yanê ya vejena paqij e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE