Îro destpêka sêmehên pîroz e

Îro destpêka sêmehên pîroz e

Sêmehên pîroz receb, şeban û remezan ku alema îslamê her sal bi kelecan pêşwazî lê dike, destpê kirin.

Sêmehên ku ji bo misulmanan firsendek e ku hesasiyetên xwe yên olî digel perestinê îhya bikin îsal jî di bin siya Kovîd-19ê de destpê kirin. 

Di sêmehên ku şevên weke Rexaîb, Mîrac û Beratê digel Şeva Qedrê di xwe digirin de tê pêşniyarkirin ku rojîgirtin, xwendina Quranê û dana sedeqeyê tê de pirtir bibin.

Li gorî agahiya ku li ser malpera înternetê ya Beşa Hesabkirina Weqtê ya Serokatiya Karûbarê Diyanetê vakithesaplama.diyanet.gov.tr" cih digire, 3yê sibatê roja pêncşembê ku duyemîn roja meha recebê ye, dê şeva Rexaîbê were îdrakkirin.

Şeva Mîracê jî ku weke şeva bilindbûna Peyamberê Îslamê Mihemed ji bo hizûra Xwedê tê qebûlkirin dê 27ê sibatê, Şeva Beratê jî ya ku weke "mizgînîdera remezanê" tê qebûlkirin dê 17ê adarê were îdrakkirin û meha remezanê jî ya ku weke sultana 11 mehan tê qebûlkirin dê 2yê nîsanê destpê bike.

Şeva Qedrê ya ku di Qurana Pîroz de weke "ji hezar mehan bixêrtir" tê binavkirin, dê şeva 27ê remezanê wate 27ê nîsanê were îdrakkirin û misulman dê roja 2yê gulanê pêşwaziyê li Cejna Remezanê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE