''Îro li Qibrisê du gelên cuda, du dewletên cuda hene''

''Îro li Qibrisê du gelên cuda, du dewletên cuda hene''

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber salvegera 37emîn ya avabûna Komara Tirk a Qibrîsa Bakur (KKTC) li Lefkoşayê axivî.

Erdogan beşdarî Merasima Derbasbûna Fermî ya li Kolana Dr. Fazil Kuçuk bû.

Serok Erdogan behsa mijara Qibrîsê kir û wiha axivî: "Îro li Qibrisê du gelên cuda, du dewletên cuda hene. Li ser bingeha wekheviyê ya desthilatdariyê divê çareserkirina du dewletî were mizakerekirin."

- "Tirkên Qibrîsê li ser axa xwe azad dijîn"

Erdogan anî ziman Tirkên Qibrîsê îro li ser axa xwe azad dijîn û wiha got: "Tirkên Qibrîsê li hemberî gelek êrîşên dijî hebûna wan şikir li ser axa xwe bi serfirazî, bişanazî û azad dijîn. Li hemberî ewqas zilm, îşkence û îxanetê me alaya xwe ya têkoşînê tu carê nexist erdê. Bi têkoşîna Mehmetcîkên me û mucahidên me ya destankî em gihîştin serkeftinê."

- "Tirkên Qibrîsê bi salan tune tên hesabkirin û mafên wan tê binpêkirin in"

Erdogan got mafên meşrû yên gelê Tirk ê Qibrîsê, mijara Qibrîsê mijara wan ya ewil e û wiha dewam kir: "Li Qibrîsê hevkariya Rûman a di 1963an da bi zora çekan xirab bû, bi darbeya cuntaya Yewnan a 1974an da jî ji holê rabû ne mumkin e ku ava bibe. Di mijara Qibrîsê da yek mexdûrek heye ku ew jî Tirkên Qibrîsê yên bi salan e tune tên hesabkirin û mafên wan tê binpêkirin in."

Serok Erdogan kesên Qibrîsa Bakur dijîn lê giliyên welatê xwe Qibrîsa Başûr dikin rexne kir û wiha axivî: "Kesên li Qibrîsa Bakur dijîn, lê giliyê Serokkomarê xwe ji qaşo rêvebirên Qibrîsa Başûr dikin heke wisa zen dikin ku Qibrîsa Başûr wê xurt bibe bila bizanibin ku ew dixapin.

Der barê herêma Maraşê ya li KKTCyê ya ku hat vekirin da jî Erdogan wiha got: "Armanca gava li Maraşê tê avaêtin ew e ku mexdûriyetên heyî ji holê rabin, ne ew e ku mexdûriyetên nû çêbibin."

- " Em ê li Rojhilatê Behra Spî lêkolînên xwe yên sîsmîk bi biryardarî bidomînin"

Der barê çavkaniyên hidrokarbonê da jî Erdogan wiha axivî: " Weke welatê garantor êdî tehamula me jî ya KKTCyê jî ji lîstikên dîplomasiyê ra nemaye. Li Rojhilatê Behra Spî tu denklema ku welatê me û Komara Tirk a Qibrisa Bakur bi awayekî adil tê da cih negire, nikare aştî û îstiqrarê pêk bîne. Heta ku lihevkirineke adil çênebe, em ê li Rojhilatê Behra Spî lêkolînên xwe yên sîsmîk û fealiyetên xwe yên sondajê bi biryardarî bidomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE