Roja şerpeyan a cîhanê

Di çalakiya li Emerîkayê de gotinên nefretê hatin şermezarkirin...

Roja şerpeyan a cîhanê

Li New Yorkê di çarçoveya roja şerpeyan a cihanê de jinên misilman hatin cem hev. Di çalakiyê de ji bo têkoşîna li dijî nijadperestî û îslamofobiyê ji bo hevkariyê bang hat kirin. 1ê sibatê roja şerpeyan a cihanê li malezya, nîjerya û balkanên rojava hat pîrozkirin.

Ji bo 1ê Sibatê Roja Şerpeyan a Cihanê jinên Misilman ên li New Yorkê li ber avahiya Şaredariya New Yorkê hatin cem hev.

Di xwepêşandanê de ji bo têkoşîna li dijî Îslamofobî, cudakarî û neyartiya li ber xerîban banga hevkariyê hat kirin.

Beşdaran pankartên wekî “Şerpe ji bo min mehremiyet e” bilind kirin.

Nazma Khana Bangladeşî ya ku çalakiya Roja Şerpeyan a Cihanê di 2013an de da destpêkirin, dibêje dema li New Yorkê mezin dibû gelek rastî cudakariyê hatiye.

Khanê eşkere kir ku ji bo Roja Şerpeyan a Cihanê ji nêzî 90 welatî piştgirî hatiye. Her wiha Khanê li Emerîkayê bal kişand ser cudakariya ku zêde dibe.

Dîsa Khanê got, “Bi taybetî em li ser înternetê li gorî berê gelek zêde rastî gotinên dijminatiyê tên.”

Roja Şerpeyan a Cihanê li bajarê Kuala Lumpur ê Malezyayê jî hat pîrozkirin.

Jinên misilman ên ji gelek ji nijadan û kesên ne misilman beşdarî çalakiyê bûn.

Her wiha ji bo Roja Şerpeyan a Cihanê li Balkanên Rojava jî gelek çalakî hatin lidarxistin.

Li Uskûpa paytextê Makedonyayê paneleke bi navê “Ev Terciha Wan e” hat sazkirin.

Dîsa li Tîrana paytextê Arnavutlukê bi hevkariya saziyên civakî ji bo tevkariya têkoşîna li dijî Îslamofobiyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 16:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE