Rojeva Meclısê têr û tijî ye

Di rojeva Lijneya Giştî de teklîfa komyasayê heye

Rojeva Meclısê têr û tijî ye

Di komyasayê de ji bo aboriyê pêşniyazên gelek qenc hene.

Ji wan dido krîza sînemayê ya ku di navbera çêker û kargehan de dewam dike û qanûna madenvaniyê ye…

Vê heftiyê eê rojeva meclise gelek tijî be.

Pêşniyaza komyaseyê jî wê di Lijneya Giştî de bê nirxandin.

Li gorî pêşniyazê mehaneya kêmtirîn a extiyarî, jikarketî û mirinê herî kêm wê bibe hezar lire.

Ji bo mehaneya bêkariyê jî wê şerta razandina prîmên 120 rojan bê rakirin.

Wekî din bi komyaseyê wê alîkariya dewletê ya ji bo hesabê xanîkirînê zêdetir bibe.

Ji bo piştgiriya mitahît û veberdêran jî wê sepandinên nû werin.

Wekî din meclis wê ji bo qeyrana sektora sînemayê li çareseriyê bigere.

Pêşniyaza ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera çêker û şîrketan de wê pêşî li komîsyonê bê nirxandin.

Bi pêşniyazê tê xwestin bi riya peymanê pirsgirêka promosyonê bê çareserkirin.

Ji bo di firotina biletan de guman çênebe, tê plankirin ku li salonên sînemayê pergala şopandinê bê danîn.

Wê çavê sektora enerjiye jî li meclisê be.

Bi vê peşniyazê di komîsyonê de ji kontrolkirina madenan bigrin heta qaçaxçîtiya sotemeniyê û kelûmelên pîvanê di gelek qadan de wê sepandinên nû bên nirxandin.

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 16:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE