Rojeva Meclisê ya vê hefteyê

Pêşniyaza tevdîrên ji bo êrîşên li ser xebatkarên tenduristiyê dê bê nirxandin

Rojeva Meclisê ya vê hefteyê

Rojeva Meclisê ya vê hefteyê jî têr û tijî ye. Ji bo ku êrîşên li ser xebatkarên tenduristiyê biqedin di lijneya giştî de pêşniyaz wê were nirxandin. Herwiha xebata komisyona plan û budceyê jî wê dewam bike.

Li meclisê vê hefteyê, pêşniyaza pêşîlêgirtina tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê dê were nrixandin.

Li gorî pêşniyazê, yên ku êrîşî xebatkarên tenduristiyê bikin dê werin hepiskirin.

Êrîşkar dê piştî qereqolê sewqî dozgeriyê bibin.

Dixtorên ku ji ber lêpirsîna ewlehiyê nikaribûn têkevin karê dewletê dê karibin li nexweşxaneyên taybet bixebitin.

Herwiha dixtor û dirankêşên ku ji ber têkiliyên xwe yên bi terorê re ji kar hatine ixrackirin dê nikaribin li wan nexweşxaneyên taybet bixebitin ku peymana wan bi SGKê re heye.

Di tedawiya pitikên tûpê de sîgorte wê berifreh bibe û dê krîtera 40 salîbûnê bikeve rewacê.

Ji dê û bavan bes sîgorteya yekî hebe jî ew ê têrê bike.

Di pêşniyazê de firtona cixareyan jî tê verastkirin.

Pakêtên cixareyan dê yek cure bin û di dolabên girtî de werin firotin.

Li cihên sînema û şanoyê yan jî li ser înternetê dê reklama berhemên tutin neyê kirin.

Li zanîngehan dê cixare neyê firotin.

Herwiha xebatên budceyê jî berdewam in.

Di komisyona plan û budçeyê de wê budçeyên wezareta tenduristî, karên navxweyî û karên derve werin nirxandin.

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2018, 10:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE