Roportaja herî dawî ya rojnameger

Rojnamegerê Siûdî 3 roj beriya windabûna xwe roportaj daye BBC’yê

Roportaja herî dawî ya rojnameger

Rojnamegerê Cemal Kaşikçi 3 roj beriya windabûna xwe roportaj daye BBC’yê. Keşikçi di hevpeyvînê de gotiye; “rojnamevanên ku rexne li erebistana siûdî dikin tên girtin. Kesên ku tên girtin ne muxalifin jî. Ev metirsiyê dixe dilê însanan.” Her wiha dibêje ku ji ber girtinên bêlasebep venegeriyaye erebistana siûdiyê.

Di nûçeya BBC’yê de tê gotin; nivîskarê Washîngton Postê Cemal Kaşikçi 3 roj beriya windabûna xwe li Londrayê beşdarî konferansekê bûye.

Kaşikçi piştî konferansê roportaj daye BBC’yê.

Kaşikçi di axaftina xwe de gotiye; li Erebistana Siûdî guhertinên mezin hene û rojnamegerên ku rexne li dewletê digrin tên girtin.

Rojnameger gotiye; “kesên ku tên girtin ne muxalifin jî. Gelek rojnameger belasebephatine girtin û ez jî ji ber vana venagerim Erebistana Siûdî.”

Kaşikçi diyar kiriye ku di Washîngton Postê de li gorî dilê xwe û bi awayekî azad dinivîse. Gotiye; “xwezî li welatê min vê derfetê bida min.”

Dîroka nûkirinê: 09 Cotmeh 2018, 14:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE