''Rûreşiya kesên ku Menderes û hevalên wî şandin ber sêdarê 600 sal jî derbas bibe wê li eniya wan bimîne''

''Rûreşiya kesên ku Menderes û hevalên wî şandin ber sêdarê 600 sal jî derbas bibe wê li eniya wan bimîne''

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Rûreşiya kesên ku Menderes û hevalên wî şandin ber sêdarê ne tenê 62 sal 600 sal jî derbas bibe wê li eniya wan bimîne."

Erdogan beşdarî bernameya bibîranînê bû ku li Navenda Kongreyê ya Adnan Menderes a li Girava Demokrasî û Azadiyan bi wesîleya 62yemîn sala derbeya 27ê Gulanê bi temaya "Dadgeha Yassiadayê Tê Darizandin" hat lidarxistin.

Erdogan got ku ew wan kesan jî bi lanet û nefret bi bîr tîne ku piştî derbeyê dadgehên viroke ava kirin û girava ew niha li ser in, kirin girava zilm û şermê û wiha dewam kir, "Rûreşiya kesên ku Menderes û hevalên wî şandin ber sêdarê ne tenê 62 sal 600 sal jî derbas bibe wê li eniya wan bimîne."

Erdogan wiha got, "Helbet gava roj were wê dek û dolabên kesên ku hê hilbijartin di rojevê da tuneye derketine û dibêjin 'Ez ê di Tîrmehê da bibim serokwezîr' derkeve meydanê."

Serokomar Erdogan der heqê tezmînatên qezenc kirin da jî wiha got, "Gotin Girava Manê û ji wir 150 hezar lire ceza xwarin, di pey ra jî 100 hezar lire ceza xwarin. Min jî got ku em 150 û 100 hezarî bidin TURGEV û Weqfa ENSARê."

Erdogan ev hişyarî jî anî ziman, "Kesên ji xeynî hilbijartinê li rêyan digerin û ji niha da dixwazin şik û guman ji hilbijartinên 2023yan çêbe bira hişê xwe hildin serê xwe."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE