Êrîşa derbekaran a li ser TRT’ê

Bi derewa ku DEAŞ ketiye TRT’ê ketin nava saziyê...

Êrîşa derbekaran a li ser TRT’ê

Gef li xebatkaran xwarin û derew kirin. Bi zorê ketin nav saziyê. Û berê çekên xwe dan ser xebatkarên TRT’ê…

Avahiya TRTê ya li Oran a Enqereyê ji hedefên derbekaran ên şeva 15’ê Tîrmehê yek bû.

Hêj nedihat zanîn hewla derbeya FETÖ’yê ye, derbekar di saet dora 10ê şevê de hatin TRT’ê.

Ji her deriyên hewşê ketin hundir. Berê çekên xwe dan wan û xebatkar êsîr girtin.

124 leşkerên derbekar ên ji Lîwaya Parastinê ya Serokkomariyê ketin nava avahiya TRT’ê. Li cem wan 4 pisporên kompîturê ên sivîl jî hebûn. Ew kes ji bo birêvebirina kanal û weşanê hatibûn. Û derbekarên xayîn ketin stûdyo û rejiyê.

Di heman deqeyan de darbekar li Stenbolê ketin avahiyên TRT’ê yên li Harbiye û Ulusê.

Ji xebatkarên ewlehiyê re gotin, îxbara bombeyî heye. Çekên wan girtin.

Piştî saet 12an tenê xwenedina qaşo danezana darbeyê mabû.

Danezanê jî dê yarbay Ümit Gençer bixwenda.

Bi formaya leşkerî ket studyoyê.

Cilên xwe derxistin û cilên merasîmê yê ku dê bi wan danezanê bixwwnda li xwe kirin.

Bi saya berxwedana xebatkarên TRT’ê xwendina qaşo danezana darbeyê 70 deqe dereng ma.

Plana darbekaran hat şikandin.

Darbekaran gule barandin ser kesên ku dixwestin bikevin avahiya TRT’ê û wan qanî bikin.

Girseya ber TRT’ê her ku diçe mezin dibû. Darbekar îcar bi firoke û balafiran xwestin wan bitîrsînin.

Lê vê yekê jî encam neda.

Dema saet bû dora 3ê şevê gel ketibû avahiya TRT’ê û rê li ber darbekaran girtibû.

Darbekaran çekên xwe teslîm kirin û ji aliyê polîsan hatin girtin.

TRT ji xayinan hat paqijkirin dengê gel dîsa weşana xwe domand.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE