Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî diyar kir, êrîşa li Hewlêrê ewlekariya gel kir armanc û got ku ew ê lêkolînên li ser mijarê bidin destpêkirin.
Kazimî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Êrîşa dijî bajarê ezîz Hewlêrê û tirsandina şêniyên wê, êrîşa dijî ewlekariya gelê me ye."
Kazimî destnîşan kir ku wî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî ku jê ra got "birayê min", li ser mijarê xeberda û wiha got, "Hêzên me yên ewlekariyê dê li ser vê êrîşê lêkolînan bike. Em ê li dijî wan êrîşan bisekinin ku ewlekariya bajarên me û silametiya gelê me dikin armanc."
Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav di daxuyaniya xwe ya dabû çapemeniya herêmê da diyar kiribû ku li dijî konsolosxaneya Amerîkayê "êrîşa terorê" hat kirin.
Xoşnav diyar kiribû ku êrîş, êrîşa terorê ye û bi fuzeyan hat kirin û her wiha piştî êrîşê hêzên ewlekariyê ketin amadebaşiyê.AA