''Êrîşa ku pêr birin ser eskerên me mîlada serdemeke nû ye"

Serok Erdogan, "Li Suriyeyê guh nadin peymanan. Êrîşa ku pêr birin ser eskerên me, ji aliyê Türkiyeyê va li Suriyeyê mîlada serdemeke nû ye."

''Êrîşa ku pêr birin ser eskerên me mîlada serdemeke nû ye"

Serok Recep Tayyîp Erdogan di Komcivîna AK Partiyê de axivî.

Serok Erdogan, "Li Suriyeyê guh nadin peymanan. Êrîşa ku pêr birin ser eskerên me, ji aliyê Türkiyeyê va li Suriyeyê mîlada serdemeke nû ye"

-"Her kî bibêje 'Çi karê Türkiyeyê li Suriyeyê heye' bila bê zanîn an xafil e, an jî bi zanetî dijminê vî gelî û welatî ye."

-"Qeyrana balafirê ku em wek provakasyonê qebûl dikin û bi Rusyayê ra qewimî û FETO di nav meseleyê da bû, meseleya Suriyeyê ji bona me tevlihevtir kir."

-"Heger rejim di nav meha Sibatê da ji venekişe paşiya ciyên me yên çavdêriyê Türkiye ji mecbûrî wê bi xwe vî karî bike."

-"Türkiye çi bike jî wisa tevdigere ku zirar negihêje can û malê tu kesên bêsûc û bêguneh. Rêya ku şaristaniya me û çanda me nîşanî me daye, pelçiqandina serê zalim û xwedîlêderketina mezlûman e."ü

-"Rejim çawa li hemberî îxlalkirineke herî biçûk a komên mixalif êrîşên giran yên di nav da sivîl jî hene li hemberî wan dike, ji vir pê va rejim li hemberî hêzên eskerî îxlalkirinekê bike, wê bersiv bê dayîn."

-Erdogan: "Dema li hemberî eskerên me û hêzên dost ên em bi hev ra dixebitin êrîşek bê kirin, bêyî ku kî ev êrîş kiriye bê lêkolînkirin û hişyarî bê dayîn, bi mislê wê va bersiv wê bê dayîn."

-"Tu niyeta me, derdê me û mebesta me tuneye ku em bi tu mitefîqê xwe ra, bi tu welatî ra werin hemberî hev"

-"Wexta hewce bike hêzên beja û esmanê yên Hêzên Artêşa Türkiyeyê li herêmên em lê ne û li Îdlibê wê bi rehetî hereket bikin û derkevin operasyonê."

-"Madem li herêma Îdlibê ewlehiya eskerên me pêk naynin, wê demê em ê bixwe vî mafê xwe bi kar bînin û tu kes nikare îtiraz bike"

-"Hêviya me tenê ji Rusyayê ew e ku hesasiyetên me yên li Suriyeyê baş fêm bike."

-"Derdê wan ew e ku 'dibêjin em çawa dikarin hê zêdetir çekan bidin PYD û YPGyê, yanê PKKyê ku li wir li hember Türkiyeyê li ser piya bigirin.' Derdê wan ew e."

-"Hedefa palana ku hat eşkerekirin, ji bo meşrûkirina polîtîkayên dagirker, xerabker û xespkirinê ye ku 70 sal e Îsraîl bê navber dike."

-"Kemal Beg dibêje 'çi karê me li wir heye'. Li binê Mîsaqa Neteweyî da îmzaya kî heye, ewil wê lêkolîn bike. Tu her tim dibêjî 'CHP partiya Ataturk e', lê haya te jê tune ku partiya kî ye."

-"Em ê tu wextî destekê nedin planeke ku xwîşk û birayên me yên Filistînê jê razî nînin."

-"Mixabin niha Amerîka gefan li şexsê min û serokê îstixbaratê dixwe û li Türkiyeyê li hin saziyên fînansê gefan dixwe. Hûn çi bikin jî hûn ê bi ser nekevin."

-Serok Erdogan: "(Qanûna rê li ber darizandina mehkemeyên sivîl ên ji bo eskerên sûc kirine vedike) Sererkanekî berê car caran derdikeve li pêş raya giştî nirxandinên şaş dike, vê verastkirinê hincet nîşan dide û Meclisa me tevahî îtham dike. Niha ez bi taybetî bangî koma me dikim, ji bo parastina parlamentoyê divê hûn hemû bilez dozê vekin. Kesekî ji derva nikare rabe rayeya zagonsaziya Meclisê rexne bike."

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2020, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE