Êrîşa li Hewlêrê: Meclisa HKIyê ji bo lêpirsînê komîsyonek ava kir

Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê ji bo êrîşa li Hewlêrê ya xebatkarekî Serkonsolxaneya Tirkiyeyê û 2 welatiyên Iraqê hatibûn kuştin bê lêkolînkirin, komîsyonek ava kir

Êrîşa li Hewlêrê: Meclisa HKIyê ji bo lêpirsînê komîsyonek ava kir

Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) biryar da ku der barê êrîşa li Hewlêrê ya xebatkarekî Serkonsolxaneya Tirkiyeyê û 2 welatiyên Iraqê hatibûn kuştin da lêpirsîn bê destpêkirin.

Endamê Komîsyona Karên Navxweyî û Ewlehiyê ya Meclisa HKIyê Mihemed Seîd daxuyanî da medyaya herêmî.

Seîd got der barê êrîşa duh da ji bo lêpirsîneke kûr bê meşandin komîsyonek hatiye avakirin, ev komîsyon ji bilî lêpirsînê wê xebatên hêzên ewlehiyê yên ji bo girtina êrîşkaran jî bişopîne.

Seîd anî ziman dema ji lêpirsînê encamek derket ewê di demeke kin da bi raya giştî ra bê parvekirin, armanca meclis û hikûmetê îstiqrara herêmê û parastina canê gel û dîplomatan e.

Duh li Hewlêrê di xwaringehekê da êrîşeke biçek hatibû kirin. Di êrîşê da dîplomatekî di Serkonsolxaneya Tirkiyeyê da dixebite şehîd ketibû, 2 welatiyên Iraqê jî hatibûn kuştin.AA

Dîroka nûkirinê: 18 Tîrmeh 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE