"Êrîşa li Srî Lankayê hemberî mirovahiyê hatiye kirin"

Serok Erdogan: "Ez êrîşên terorê yên li Srî Lankayê bi tundî şermezar dikim. Ev êrîş li hemberî mirovahiyê hatiye kirin."

"Êrîşa li Srî Lankayê hemberî mirovahiyê hatiye kirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan êrîşên terorê yên li Srî Lankayê di dêr û otelên da hatin kirin, şermezar kir.

Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand û wiha got: "Ez êrîşên terorê yên li Srî Lankayê dema Cejna Paskalyayê hatin kirin bi tundî şermezar dikim. Ev êrîş li hemberî hemû mirovahiyê hatiye kirin. Ez li ser navê xwe û gelê xwe sersaxiyê didim kesên eqrebayên wan di van êrîşan da mirine û gelê Srî Lankayê, ji bo birîndaran şifayê dixwazim."

Dîroka nûkirinê: 21 Nîsan 2019, 12:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE