''Êrîşa li Zaxoyê ji êrîşên terorê yên rêzê yek e''

''Êrîşa li Zaxoyê ji êrîşên terorê yên rêzê yek e''

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di weşana hevpar a TRTyê da pirsên der heqê rojevê da bersivand.

"Ev ji êrîşên terorê yên rêzê yek e"

Êrîşa li Zaxoya navçeya Duhoka wîlayeta Iraqê hemberî sivîlan hat kirin ji Serokomar hat pirsîn û wî jî got: "Bûyera li Duhokê yek ji êrîşên terorê yên PKK, YPG, PYDê yên ji rêzê yek e. Em xerîbê van tiştan nînin. Me ji Amerîkayî û Ûrisan ra jî got 'Mêze kin rewş ev e, em bi lîstikên wiha neyên xapandin.' Me bi heman awayî ev tişt ji dostên xwe yên Iraqî ra jî got. Hay ji daxuyaniyên ku didin hebin, Tirkiye bi dost û birayên xwe ra tevlî tiştekî wiha nabe. Em tiştek wiha nakin. Lê ev ji êrîşên terorê yên rêzê ku heta îro kirine yek e. Derdê wan ew e ku têkiliyên baş ên di navbera Tirkiye û Iraqê da pêk tên serobin bikin. Li wê derê gelek kesên bi eqlê selîm tevgeriyan, dost û birayên me yên Iraqî daxuyaniyên xweş dan."

Serokomar Erdogan sersaxî da malbatên sivîl ên di êrîşê da can dan û got: "Bi vê va me careke din rûyê rast ê PKKya rêxistina terorê dît."

"Amerîka hevkariya bi PKK/YPGê ra didomîne"

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku dema bi Serokê Amerîkayê Joe Bîden ra hevdîtinê bike wê hevkariya Amerîkayê ya bi rêxistinên terorê ra careke din bîne rojevê û wiha pê da çû: "Em di hevdîtinên her astê tên kirin da vê mijarê tînin rojevê û digel hewlên me hevkariya Amerîkayê ya bi YPG/PKKyê ra dewam dike. Amerîka di têkoşîna li dijî DEAŞa rêxistina terorê da wan qaşo wek şirîk hevkar dibîne. Gelo ferqa DEAŞê wek rêxistina terorê ji PKK û YPGyê çi ye? Ew ji bîr dikin ku welatê endamê NATOyê ku li qadê yekoyekbi DEAŞê ra têdikoşe bi tenê Tirkiye ye. Di heman demê da mixalefeta Sûriyeyê jî têdikoşe. Em nikarin van tiştan tune bihesibînin. Dîsa Amerîka di daxuyaniyên li hemberî operasyona me ya îhtimal heye li bakurê Sûriyeyê bê kirin da dibêje ku li herêmê dibe tevlihevî zêde bibe û zirarê bide têkoşîna li dijî DEAŞê û îdia dike ku bibe sedemên pirsgirêkên mirovahî. Lê dema van dibêje qala çalakiyên terorê yên qaşo hevkarên xwe yên ku dide mitefîqê wê yê NATOyê nake. Em di NATOyê da bi hev ra ne û mitefîq in. Ji pênc welatên sereke yek em in. Tu zirarê didî me. Ji bo dawî li rêxistineke terorê bê bi rêxistineke terorê ya din ra divê kar nekin. Em ê vê ji wan ra bibêjin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE