Êrîşa Terorê ya li Efrînê: Ajokarê ku tankêra bombebarkirî hat girtin

Ajokarê ku tankêra bombebarkirî biribû Efrînê hat girtin

Êrîşa Terorê ya li Efrînê: Ajokarê ku tankêra bombebarkirî hat girtin

Li Efrînê bi kamyoneke bombebarkirî êrîş hat kirin. Di çarçoveya lêpirsîna teqînê de ajokarê kamyonê hat binçavkirin. Her wiha dîmenên ajokar ên ku bi kamerayên ewlehiyê hatibûn qeydkirin jî hatin bidestxistin.

Bi kamyoneke bombebarkirî ket navenda bajarê Efrînê.

Dema ku diçû kamyon sekinand û ji ajokarekî texsiyê adres pirs kir.

Ajokarê kamyonê li gorî adresa ku ajokarê texsiyê tarîf kir dewam kir.

Beriya fitarê li ser taxa Racuyê, nêzî cihekî bazarê kamyon sekinand.

Piştî demeke kurt kamyona bombebarkirî bi awayekî tund teqiya û Efrîn di nav xwînê de ma.

Di êrîşê de 11 jê zarok 40 kes mirin, 47 kes jî birîndar bûn. Derbarê êrîşê de lêpirsînê dest pê kir.

Walîtiya Hatayê diyar kir gumanbarê ku wesayida bombebarkirî aniye cihê bûyerê hatiye girtin.

Rêxistina terorî PKK/YPGya ku Tel Rifata li başûrê rojhilatê Efrînê ye îşgal kir, her tim êrîşî herêmên Efrîn, Ezaz, El Bab û Cereblusê dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE