Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê: Serok Erdogan û Papa Fransuva li ser telefonê axivîn

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, Erdogan bi Papa Fransuva ra axivî û got li Filistînê wehşetek çêdibe ku mixatabê êrîşên Îsraîlê ne tenê Filistînî ne, hemû Misilman, Xrîstiyan û mirovahî ye.

Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê: Serok Erdogan û Papa Fransuva li ser telefonê axivîn

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Papa Fransuva li ser telefonê axivîn û behsa êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, Erdogan bi Papa Fransuva ra axivî û got li Filistînê wehşetek çêdibe ku mixatabê êrîşên Îsraîlê ne tenê Filistînî ne, hemû Misilman, Xrîstiyan û mirovahî ye.

Serokomar Erdogan got Îsraîl rê li ber çûyîna Mescîda Eqsayê û Dêra Pîroz a Kabirê digire nahêle îbadet bên kirin, li ser axa Filistînê sivîlên bêguneh dikuje, rûmeta mirovahiyê binpê dike û ewlehiya herêmê tehdîd dike.

Erdogan anî ziman li hemberî Îsraîla dagirker ya ku êrîşê pîroziyan dike, statûya Qudsê binpê dike divê hemû mirovahî bibe yek.

- "Konseya Ewlehiyê hişmendiya berpirsyariyê ya ku hewce dike nîşan nade"

Erdogan got divê civaka navneteweyî dersa ku hewce dike bide Îsraîlê, ew Neteweyên Yekbûyî (NY) di serî da li hemû qadên navneteweyî dîplomesiyê dikin, lê Konseya Ewlehiyê hişmendiya berpirsyariyê ya ku hewce dike nîşan nade.

Erdogan destnîşan kir, peyam û bertekên ku Papa Fransuva wê bide, ji bo ku alema Mesîhiyan û civaka navnetweyî têkeve liv û tevgerê pir girîng e.

Serokomar Erdogan destnîşan kir heta civaka navneteweyî rê li ber Îsraîlê negre ewê qetlîamên xwe bidomîne ji ber vê peyam û bertekên ku Papa Fransuva wê bide, ji bo ku alema Mesîhiyan û civaka navnetweyî têkeve liv û tevgerê pir girîng e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE