Êrîşên terorê yên li balafirgeha Kabulê: 110 mirî

Hejmara kesên di êrîşên terorê yên li balafirgeha Kabulê da mirin derket 110an

Êrîşên terorê yên li balafirgeha Kabulê: 110 mirî

Li Kabula paytextê Efxanistanê di êrîşên terorê yên li herêma Balafirgeha Navneteweyî ya Hamid Karzaî da herî kêm110 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeya Al-Jazeerayê êrîşên terorê da 13 jê eskerên Amerîkayê herî kêm 110 kes hatine kuştin.

Rêvebirekî Talibanê yê navê wî nehat dayîn jî diyar kir 28 endamên Talibanê hatine kuştin û got ku miriyên me ji yên Amerîkayê zêdetir in.

Revebirê Talibanê diyar kir hewce nake ku Amerîka dema texliye û vekişînê heya 31ê Tebaxê dirêj bike.

Li herêma nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Hamid Karzaî ku xebatên texliyeyê didomin duh du teqînên cuda çêbûbûn.

Li gor nûçeya BBCyê di êrîşên terorê 150 kes jî birîndar bûne.

Gelek dewlet û Talibanê êrîş şermezar kiribûn.

Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê diyar kiribû ku ew ê DEAŞ/Xoresana wekî berpirsyarê êrîşa Balafirgeha Kabulê dibînin efû nekin, di dem û ciyê ku bi xwe eşkere bikin da wê bersivê bidin.

Mîralay Bîll Urbanê Berdevkê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku 13 esker hatine kuştin û 18 esker jî birîndar bûne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE