Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê diyar kir ku heyetên Turkiye û Rûsyayê mitabiq man ku Îdliba herêma Sûriyeyê rageşî were kêmkirin.
Wezaretê der barê mizakereyên li Enqereyê yên li ser Îdlibê yên heyetên Rûsya û Turkiyeyê da daxuyanî da.
Hat ragihandin ku heyetên Turkiye û Rûsyayê li ser gavên ji bo pêkanîna memorandumên 4ê gulana 2017an û 17ê îlona 2018an yên ji bo Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê axivîn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Herdu alî jî li dijî terorîstên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî nas dike şer didomînin, di kêmkirina rageşiya li qadê da, di mijara parastina sivîlên li nav û dervayê Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê û mijara gihandina alîkariya mirovahiyê da mitabiq man."AA