Rûsyayê ji bo dan û dexlê Ukraynayê heyeta eskerî şand Stenbolê

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ji bo dan û dexlê Ukraynayê heyeta eskerî şand Stenbolê

Rûsyayê ji bo dan û dexlê Ukraynayê heyeta eskerî şand Stenbolê

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand, heyeta eskerî ya Rûs çû Stenbolê ku li Navenda Kordînasyona Hevpar di mijara derxistina dan û dexlê li benderên Ukraynayê da bixebite.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat ragihandin, li gorî hukmên "Belgeya Teşebûsa bi Awayekî Ewledar ji Bêndergehên Ukraynayê Sewqa dexl û Madeyên Xurekê" ku di hîmayeya Serokomar Recep Tayyip Erdogan da di navbera Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat îmzekirin, Navenda Kordînasyona Hevpar dest bi xebatên xwe kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku heyeta pisporan a bi serokatiya Tuxamîral Eduard Luyîk dê îro li Stenbolê be û dê bi formata çaralî bixebite û wiha hat gotin, "Peywira sereke ya pisporên Rûs ên li Navenda Kordînasyona Hevpar ew e ku bi awayekî bilez hemû pirsgirêkan çareser bikin da ku teşebus têkeve rewcê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE