Rûsyayê ragihand ku Azerbeycan û Ermenistanê şêwrên li Moskovayê qebûl kirine

Zaharovayê di daxuyaniya ku da rojnamevanan da diyar kir şêwrên sêalî îro wê bi wezîrên karên derva ra bên kirin û wiha got: "Baku û Rewanê piştrast kirin ku wê beşdarî şêwrên li Moskovayê bibin. Amadehî dewam dikin."

Rûsyayê ragihand ku Azerbeycan û Ermenistanê şêwrên li Moskovayê qebûl kirine

Berdevka Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Mariya Zaharovayê ragihand ku Wezîrên Karên Derva yên Azerbeycan û Ermenistanê der barê mijara Qerebaxa Çiyayî da wê beşdarî şêwrên li Moskovayê bibin.

Zaharovayê di daxuyaniya ku da rojnamevanan da diyar kir şêwrên sêalî îro wê bi wezîrên karên derva ra bên kirin û wiha got: "Baku û Rewanê piştrast kirin ku wê beşdarî şêwrên li Moskovayê bibin. Amadehî dewam dikin."

Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn ji bona pevçûnên li Qerebaxa Çiyayî ku di dagirkeriya Ermenistanê ye bi navbeynkariya Wezîrê Karên Derva Rûsyayê bên gotûbêjkirin Wezîrên Karên Derva yên Azerbeycan û Ermenistanê ji bona 9ê Cotmehê vexwendibûn Moskovayê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE