Rûsyayê sehaya xwe ya esmanî ji hin welatan ra girt

Hat gotin ku balafirên transît jî di çarçoveya qedexeyê da ne.

Rûsyayê sehaya xwe ya esmanî ji hin welatan ra girt

Hat ragihandin ku Rûsyayê sehaya xwe ya esmanî ji balafirên Lîtvanya, Letonya, Slovenya û Estonyayê ra girt.

Li gor daxuyaniya ku ji Ajansa Barkêşiya Esmanî ya Federal a Rûsyayê (Rosaviatsiya) hat dayîn, ji ber ku van welatan çûyîna balafirên Ûris qedexe kirin, wekî bersiv hatina balafirên wan jî hatin qedexekirin.

Hat gotin ku balafirên transît jî di çarçoveya qedexeyê da ne.

Îngiltere, Bulxaristan, Çekya, Polonya, Romanya, Slovenya, Letonya, Lîtvanya û Estonyayê biryar dabûn û sehayên xwe yên esmanî ji Rûsyayê ra girtibûn.

Rûsyayê jî wekî bersiv sehaya xwe ya esmanî ji Îngiltere, Bulxaristan, Çekya, Polonya û Romanyayê ra girtibû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE