''Rêxistina terorê ku nikare li hemberî eskerên me li ber xwe bide ev ji nemerdan xerabtir in''

''Rêxistina terorê ku nikare li hemberî eskerên me li ber xwe bide ev ji nemerdan xerabtir in''

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Rêxistina terorê ku nikare li hemberî eskerên me li ber xwe bide û bisekine, mixabin di nemerdiyê da sînoran nas nake, ev ne nemerd in, ev ji nemerdan xerabtir in."

"(13 şehîdên Garayê) Em ê van birayên xwe çawa ji destê van terorîstan xelas bikin, me timî hesabê vê dikir, em pir mijûl bûn."

"( Herekata Pencik Qertel-2yê) Me gotibû em ê pêşiyê têkevin hemû qulên wan, şikeftên wan, 42 terorîst di vê maweyê da hatin geberkirin."

"Ne rêxistineke terorê ne jî hêzeke piyon heye ku li hemberî Artêşa Tirkiyeyê ku sal bi sal xurt dibe, bisekine."

"Êdî wisa nabe, heke hûn ê bi me ra li dinyayê, di NATOyê da vê vê hevrabûnê em ê bidomînin, hûn ê ligel terorîstan cih negirin."

"Heke em qetlîamên sivîl ên PKKya rêxistina terorê bikin pirtûk li hemberî wê ansîklopediyên navdar ên Rojavayê yên qalind li dû xwe dihêle."

"(Ji Amerîkayê ra) Ka hûn ligel PKK, YPG û PYDyê nebûn. Bêguman hûn ligel in û piştê ne."

"Ev gotina min ji wan kesên ku aramî, ewlehiya welêt û berjewendiyên neteweyî tehdîd dikin û li dinyayê ji her kesî ra teng dike ra ye."

 "(13 şehîdên li Garayê) Xwîna van bêgunehan pekiyaye destê kesên ku xwedî li rêxistina terorê dertên, piştigiriyê didinê û sempatiya wan pê ra heye."

"Ev gotina min ji wan kesên ku piştgiriyê didin wan kesên di bin navê demokrasî, heq, azadiyê bi welatê me rêxistinên terorê, şaxên wan ên siyasî û sivîl xuya dikin ra ye."

"Em pê serbilind in ku artêşa me çi çax û li ku derê bixwaze, her herekata ku pêdiviya welatê me çêdibe û seba beqaya miletê me bi derfetên xwe dike, dimeşîne û hatiye vê astê."

 "Em ji wê Tirkiyeya ku behsa darbe, wesayet, qeyrana siyasî û aborî lê dihat kirin, gihîştin Tirkiyeyeke bi destê îradeya neteweyî pergala rêvebiriyê lê guherî û behsa qanûna bingehîn a sivîl tê kirin."

"Mecrayên medyaya civakî ku bûne amûrên propagandaya rêxistinên terorê, hûn hemû ji înfazkirina nemerdane ya 13 merivên bêçek û guneh berpirsiyar in."

"Eleqeya rêxistina terorê ne bi mirovên herêmê, ne Tirkiyeyê û ne jî nirxên exlaqî û însanî ra tune, bûye deynê stûye me ku em serê wê biperçiqînin."

"Ez bangî hemû ciwanên ku di nav PKKya rêxistina terorê da ne û hatine xapandin dikim, werin û ji vê artêşa kujerên kirêkirî demildest xelas bibin."

"Terorîst divê bizanibin ku li ser wan çiyayên ku pişta xwe didinê yek bi yek berf dibare." 

"Dewleta Komara Tirkiyeyê bi sewqet ji her welatiyê xwe yê ku bi awayekî semîmî poşman bûye ra miemeleyê dike."

"Piştî vê qetlîama Garayê êdî tu welat, sazî û kesek nikare li ser herekatên li Iraq û Sûriyeyê yên ku Tirkiye dike biaxive."

"Em bi rêvebiriya navend û herêmî ya li Iraqê ra mitabiq in ku rêxistina terorê ji holê rakin."

"Ji vir û şûnda li pêşiya her kesî du rê hene. An wê bi Tirkiyeyê ra hereket bikin û li dijî terorê bê şert û merc wê helwesta xwe nîşan bidin an jî wê bibin şirîkê her cinayeta vê rêxistina terorê ya destbixwîn û pêşiyê di wijdanan da, paşê jî di platformên navneteweyî da hesab bidin."

"Em xwediyê wê hêz, derfet û bibiryariyê ne ku şevekê ji nişkê va li ser terorîstan da bigirin." 

Heta endamê herî dawîn a PKKya ku her kesê pereyê xwe dide û wan wek koma kujerên hatine kirêkirin dikare bi kar bîne bên berterefkirin, emê têkoşînê bidomînin."

"Ji bo terorîstan êdî ne Qendîl, ne Şengal û ne jî Sûriye her derên ku lê ne cihekî ewle nîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE