"Rêya têkoşîna dijî nijadperestiya mîna webayê Rojavayê dorpêç kiriye di hevkariyê da ye"

"Rêya têkoşîna dijî nijadperestiya mîna webayê Rojavayê dorpêç kiriye di hevkariyê da ye"

Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdoğan, "Divê em bi hiqûq û demokrasiyê di platformên navneteweyî da dijî nijadperestiya çandî ku mîna webayê Rojavayê dorpêç kiriye têkoşînê bidin. Rêya vê jî bêguman di hevkariyê da ye."

Erdogan bi weşana zindî beşdarî Rûniştina Vekirinê ya Civîna Komîteya Daimî ya Aborî û Ticarî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê (ÎSEDAK) ya 36emîn bû.

Serok Erdogan destnîşan kir şewba Kovîd-19ê nîşan daye ku bêyî li ferqa dîn, ziman û nijadê binihêrin hemû mirovahî heman qederê parve dikin û di heman keştiyê da ne.

Erdogan diyar kir ji bona bandoriyên aboriyê yên şewbê kêm bikin û berdewamiya hilberîn û daxwazê pêk bînin divê hemû derfetên xwe seferber bikin û wiha got: "Ji bona ticareta me ya bi derva ra di pêvajoya şewbê da zirareke mezin nebîne divê em ticaretê teşwîq bikin û tevdîrên hêsankirinê bidin destpêkirin."

Serok Erdogan got ku ji bona Navenda Tehkîmê ya İstanbulê rewşa xwe ya saziyê temam bike divê em avakirina lijneyên hewcedar lezgîn bikin.

Erdogan diyar kir dijminatiya Îslam û Misilmanan li hin welatên Ewropayê di bin hîmayeya serokên dewletê da bûye polîtîka û wiha axivî: "Beriya Şerê Dinyayê yê duyemîn çawa li hemberî Mûsewiyên li Ewropayê kampanyayeke nefretê û lincê hebû, niha Misilman jî bi heman tevgerê ra rû bi rû ne."

Serok Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku nikarin heq û hiqûqa bi milyonan însanên xwe bikin qurbana hewesên siyasetmedarên bêkîfayet.

Erdogan diyar kir têkoşîna li hemberî dijminatiya Îslam û biyaniyan ji bona birayên xwe yên li wan axan dijîn berpirsiyariyeke wan e û wiha peyivî: "Divê em bi hiqûq û demokrasiyê di platformên navneteweyî da dijî nijadperestiya çandî ku mîna webayê Rojavayê dorpêç kiriye têkoşînê bidin. Rêya vê jî bêguman di hevkariyê da ye."

Serok Erdogan got ku divê em giraniyê bidin ser xebatên wekî ticareta bi pereyên neteweyî ku zext û bandora kurên dowîzê ya li ser aborî û ticareta me rabe û wiha pê da çû: "Di pêşeroja dinyayê da pergala aboriyê ya li ser faîz û tehekumê wê veguhere pergaleke ku rîskê parve dike û li ser beşdariyê ye."

Erdogan destnîşan hêvî dikim ku dewletên endam wê alîkariya hewcedar bidin Bernameya Qudsê ya ÎSEDAKê ku dê refaha xwîşk û birayên mwan yên Filistînî zêde bike û wiha xeberda: "Hevkarî û yekîtiya çalak ya di navbera me da wê di doza Filistînê û di warên din da jî bibe mifteya serkeftina me."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE