''Rêza Ermenistanê ne ji hiqûqê û ne jî nirxên mirovî ra heye''

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: Rêza Ermenistanê ne ji hiqûqê û ne jî nirxên mirovî ra heye

''Rêza Ermenistanê ne ji hiqûqê û ne jî nirxên mirovî ra heye''

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar beşdarî Merasima Vekirina Sala Nû ya Perwerde û Hîndekariyê ya Mekteba Herbê ya Bejahiyê ya Zanîngeha Parastina Neteweyî bû û piştî merasimê daxuyanî da rojnamevanan.

Akar got Balyozê Enqereyê yê Azerbaycanê Hazar Îbrahîm dersa ewil a vê heyamê daye xwendekaran û anî ziman ew rewşa li Azerbaycanê ji nêz va dişopînin.

Wezîr Akar got Azerbaycan birayê wan e û wiha axivî: "Em du dewlet, lê yek milet in û li gor vê em tevdigerin. Di merasima vekirina heyama nû ya hîndekarî û perwerdeyê ya Mekteba Herbê ya Bejahiyê da Birêz Îbrahîm dersa ewil da. Ewê dilê me nehîşt û hat, hestên xwe bi me ra parve kir. Li gor min ji bo xwendekarên me ev tiştekî bifeyde ye."

- "Ewê hesabên vê bidin"

Der barê êrîşên Ermenistanê yên li ser Azerbaycanê da Akar wiha got: "Ev ne tiştekî nû ye. Ermenistan her tim êrîşkar tevdugere. Ermenistan sûcê şer û mirovahiyê dike. Rêza wê ne ji hiqûqê û ne jî nirxên mirovî ra heye. Ewê rojekê hesabê vê him li pêşberî dîrokê û him jî pêşberî hiqûqa navneteweyî bidin."

Ji bo xebatên keştiya Oruç Reîsê jî Akar got ew xebatên xwe bi rrêk û pêk didomîne û wiha axivî: "Wek Hêzên Behrê emê li gor hewcedariyê ji keştiyên xwe yên lêkolînê ra refaqatê bikin û wan biparêzin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE