"Rêza ku divê ji bo Serokkomarê me were nîşandan xeta sor a AK Partiyê ye"

Berdevk û Alîkarê Giştî yê AK Partiyê Omer Çelîk got, "Wekî camîeya AK Partiyê em eşkere û zelal tînin ziman ku em van qebûl nakin û herwiha em dibêjin, rêza ku divê ji bo Serokkomarê me were nîşandan xeta sor a AK Partiyê ye."

"Rêza ku divê ji bo Serokkomarê me were nîşandan xeta sor a AK Partiyê ye"

Berdevk û Alîkarê Giştî yê AK Partiyê Omer Çelîk wiha got, "Gotinên birêz Bahçelî yên dijî Serokkomarê me ne li gorî nezaket û nezaheta siyasî û berpirsiyariya ku hildaye ser milê xwe, ye. Wekî camîeya AK Partiyê em eşkere û zelal tînin ziman ku em van qebûl nakin û herwiha em dibêjin, rêza ku divê ji bo Serokkomarê me were nîşandan xeta sor a AK Partiyê ye."

Berdevkê AK Partiyê Çelîk li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û di civîna xwe da der heqê daxuyaniyên îro yên Serokê Giştî yê Devlet Bahçelî da wiha axivî:

"Heke brêz Serokkomarê me di axaftina xwe ya wê rojê da brêz Bahçelî an jî MHP qest bikira, bi taybetî dê navê MHPê yan navê Brêz Bahçelî bigota. Gotinên birêz Bahçelî yên dijî Serokkomarê me ne li gorî nezaket û nezaheta siyasî û berpirsiyariya ku hildaye ser milê xwe, ye. Wekî camîeya AK Partiyê em eşkere û zelal tînin ziman ku em van qebûl nakin û herwiha em dibêjin, rêza ku divê ji bo Serokkomarê me were nîşandan xeta sor a AK Partiyê ye."

Tifaqa Cumhurê ya ligel MHPyê

Berdevk Çelîk der barê Îtifaqa Cumhurê ya ligel MHPyê da wiha got, "Tiştekî wisa tune ku em ê di her nîqaş û rojeveke siyasî da li hevdu bikin. Helwesteke wisa jî tuneye ku dema me li hev nekir, dê îtifaq ji holê rabe."

Biryara Dadgeha Bilind a "sonda xwendekaran"

Bedevkê AK Partiyê Omer Çelîk ji bo biryara Dadgeha Bilind a Şêwrê ya der heqê sonda xwendekaran da jî got ku ev karekî wiha ye ku daîreya têkildar xwe kiriye şûna rêveberî û hikûmetê û wiha dewam kir, "Mafê teqdîrê yê hikûmetê tune hesibandiye, ji wê jî wêdatir çûye û mafê teqdîrê yê hikûmetê bi xwe emilandiye.

Dadgeha Bilind a Şêwrê bi xwendineke ser va çawa ku hemû hiqûqnas jî tînin ziman, bi awayekî eşkere qanûn û Destûr binpê kiriye. Heger karên ku hikûmet dike, dê daîreya têkildar a Dadgeha Bilind a Şêwrê bike û heger Dadgeha Bilind a Şêwrê dê biryarê bide ka kîjan miemele û çalakiya hikûmetê di cih da ye an na, nexwe em çima hilbijartinan dikin. Heger em vê meseleyê biguherînin û bikin nîqaşa nasnameyê, dê helwesta wesayetê ya Dadgeha Bilind a Şêwrê neyê dîtin. Divê nasnameya neteweyî şamil be, her kesî rapêçe û kesî nede xeyîdandin."

Cinayeta Kaşikçi

Çelîk der barê cinayeta nivîskarê Washington Postê û rojnameger Cemal Kaşikçi ku çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê û paşê jê derneketibû da jî wiha axivî:

"Em bi rewşeke wiha ra rûbirû ne ku xûnxwarane hatiye plankirin û ji bo ku were veşartin jî gelekî hewl hatiye dayîn. Cinayeteke pir koplîke ye. Înşelah encam dê derkevin holê, berpirs dê bên cezakirin û careke din dê tiştekî wiha neyê hişê kesî."

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2018, 18:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE