"Rêzika 3 heyaman dewam dike"

Erdoğan: Wê piraniya hevalên me bêhna xwe vedin...

"Rêzika 3 heyaman dewam dike"

Hilbijartina şaredariyan her ku diçe nêzîk dibe. Serok Recep Tayyip Erdoğan beriya hilbijartinê li ser namzediyên şaredariyan axivî. Serok Erdoğan diyar kir ku dê rêzika 3 heyaman dewam bike. Got: "wê piraniya hevalên me yên ku 3 heyaman bûne şaredar bêhna xwe vedin."

Serok Erdoğan daxuyaniya xwe ya li ser hilbijartinê di vegera Parîsê de da.

Erdogan got gel veguherînê dixwaze û em nafikrin kesên ku 3 heyaman li heman cihî şaredarî kirine cara 4an li heman cihê nîşan bidin.

Serok got; hema bêjin ev ji bo hemûyan wisa ye.

Serok ji bo heyama 4an diyar kir ku ew kes dê karibin li bajar an jî navçeyeke din bibin namzed lê ev yek wê zêdetir li navçeyan be. "

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2018, 15:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE