Sê malbatên din ên li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikirin gihîştin ewladê xwe

Ayşegul Bîçera ji 3 dayikên di 3yê îlona 2019an da ji bo zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin, Aleva qîza Gullu Turana çalakî dikir û Ensariyê birayê Hayriye Akyuzê di encama xebatên qanîkirinê yên Fermandariya Cenirmeyan ên Diyarbekir û Tunceliyê û Midûriyeta Ewlekariya Diayrbekirê da duh li Şirnexê telîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Sê malbatên din ên li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikirin gihîştin ewladê xwe

 Sê malbatên din ên li pêşiya serokatiya bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikirin jî gihîştin ewladên xwe yên ji PKKya rêxistina terorê revîn û teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Mustafayê kurê Ayşegul Bîçera ji 3 dayikên di 3yê îlona 2019an da ji bo zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin, Aleva qîza Gullu Turana çalakî dikir û Ensariyê birayê Hayriye Akyuzê di encama xebatên qanîkirinê yên Fermandariya Cenirmeyan ên Diyarbekir û Tunceliyê û Midûriyeta Ewlekariya Diayrbekirê da duh li Şirnexê telîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Duh di roja 695an a çalakiyê da mizgînî dan hersê malbatan.

Di bernameya li Îçqeleya li Sûra navçeya Diyarbekirê hat kirin da Ayşegul û Rauf bîçer gihîştin Mustafayê kurê xwe yê di 2018an da hatibû revandin, Gullu û Îbrahîm Karaşan û Hayriye Akyuza xwîşk gihîştin Ensariyê 3 sal berê li zanîngehê revandibûn çiyê, Gullu Turan jî gihîşt Aleva qîza xwe ya 6 sal berê li Perteka navçeya Tunceliyê dema xwendekara lîseyê bû hatibû revandin.

Di bernameyê da malbat hestiyar bûn û rondik lûr kirin.

"Ev serkeftina dewleta me ye, serkeftina Komara Tirkiyeyê ye"

Bîçera dayik ji rojnamevanan ra gotibû, "Xwedê ji dewleta me razî be. Dewleta me hêzdar e. Ev serkeftina dewleta me ye, serkeftina Komara Tirkiyeyê ye. Eê ji hemû endamên çapemeniyê ra sipas dikin. Dengê me gihandin ewladên me, ewladên me paşda hatin. Ji we hemûyan ra sipas dikim. Me bi hev ra qezenc kir. PKK û HDPya şaxa wê ya siyasî hûr û pûr bûn. dayik bi vî awayî bi ser dikevin. Bi îzna Xwedê hemû wladên me yê ji wê derê dakevin."

Malbatên Bîçer, Turan û Karaşanê gihîştin ewladên xwe û hejmara mlabatên çalakiya rûniştinê dikin ên gihîştin ewladên xwe derkete 28an.

Hacîre Akar di 24ê tebaxa 2019an da gihîştibû Mehmetê kurê xwe piştî vê Hatîce Ceylan gihîşt Caferê kurê xwe, Husniye Kaya gihîşt Mekiyeya qîza xwe, Halime Kadrana pîrik gihîşt Îbrahîm Halîl Kadranê neviyê xwe, Metîn Açan gihîşt H. Açanê kurê xwe, Nizamettîn û Aslihan Eşrefoglu gihîştin Huseyînê kurê xwe, Gevriye Ayhan gihîşt Peldaya qîza xwe, Melîk û Melek Aslan gihîştin Volkanê kurê xwe, Muhteber Birlik gihîşt Veysiyê kurê xwe, Cahîde Alkan gihîşt Mehmet Eminê kurê xwe, Şahîze Altinkaynak gihîşt Haliseya qîza xwe, Cemal Ertaş gihîşt Ramazanê kurê xwe, Naîme Dalmiş gihîşt Tekoşîna qîza xwe, Haşim Açarê teslîm bibû piştî dermankirina li nexweşxaneyê gihîşt tbavê xwe, Sever Fîdan gihîşt Tayfurê kurê xwe, Gulşen Çetîn gihîşt Erdalê kurê xwe, Meryem û Fahrettîn Akkuş gihîştin Erkanê kurê xwe, Perihan û Fettah Kaya gihîştin Cumayê kurê xwe, Safiye û Mehmet Emîn Coşkun gihîştin Îbrahîmê kurê xwe, Keziban û Mehmet Yalçin gihîştin Yasmina qîza xwe, Guluzar û Sidik Fîdan gihîştin Ferdiyê kurê xwe, Gullî û Zekî Bal gihîştin Yusufê kurê xwe, Selma Han gihîşt Onurê kurê xwe, M.O.yê bav gihîşt Recepê kurê xwe, Bayram Yetkîn jî gihîşt Recepê kurê xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE